Çalakiya xelkê Şengalê ya 'Em hemû asayîş in' 77 roj in didome

  • 10:42 16 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Çalakiya şêniyên Şengalê ya li dijî peymana di navbera Hewlêr û Baxdayê de ku ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê hatibû destpêkirin 77 roj in didome. 
 
Şêniyên Şengalê di çarçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 77’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve berdewam dike.
 
Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.