Li Mexmûrê koma 31’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:33 16 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zindanan hat destpêkirin, îro koma 31'emîn dewr girt.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro bi bi merasîmekê koma 31’emîn çalakî dewr girt. Çalakî 61 roj in didome. 
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanan hat destpêkirin.  
 
'Dijmin dixwaze serhildana kurdan têk bibe'
 
Li ser navê koma 30’emîn mamoste Îhsan Kaplan axivî û got: "Weke tê zanîn  armanca vê çalakiyê azadkirina Rêber Apo ya fizîkî ye. Her çiqas armanca dijmin ev bû ku Rêber Apo bi mejî zindanî bikin, lê ser neketin. Bi hemû rebazên giran li ser Rêbertî kar anîn. Lê tucaran ser neketin. Herdem dijmin xwestiye serhildanên kurdan di destpekê de Rêberên van  tune bike û têk bibe. Ev di dîrokê  de ji hertim dubare bûye.  Lê gelê Kurd bi Rêber Apo re şiyar bûye bi rih û can bûye. Êdî rexistina xwe ava kirine û xwe rê ve dibin. Êdî xwediyê bi hezaran şervan û fedaiyan e."
 
'Li her derê kampanyaya azadiye tê meşandin'
 
Îhsan wiha domand:"Bi milyonan bawermendên Rêber Apo çebûne, em gihiştine qonaxek ku gelên cîhanê yên  aştîxwaz û mirovhez bi felsefaya Rêber Apo xwe rêxistin dikin. Li hemû deverên cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo kampanya azadiyê tê meşandin. Em jî weke wargeha Mexmûrê parçeyêk ji vê ne."
 
Gelê Mexmûrê di merasîma dewrgirtinê de  li ser navê wargehê bi awayekî girseyî strana  ‘ Va ye PKK rabû’  gotin û diyarî Berxwedana Garê û berxwedana girtiyên zindanan kirin.
 
Merasîma dewirgirtinê bi  dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Berxwedana Garê" bi dawî bû.