‘Doza zarokên me doza me ye’

  • 09:08 16 Sibat 2021
  • Rojane
 
WAN - Jinan têkildarî grevên birçîbûnê yên ku girtiyan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan didomin dan destpêkirin bang kirin û diyar kirin ku doza zarokên wan doza wan e.
 
Girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin di 27’ê Mijdarê de ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Grev li hemû girtîgehan didomin û rayedar hîna jî bêdengiya xwe diparêzin. Jinên Erdîşa Wanê û taxa Xaçortê ya Wanê diyar kirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe.
 
‘Çi ji zarokên me dixwazin?’
 
Dayika girtiyên siyasî Enes Tunç ê li Girtîgeha Amedê girtiye û berê jî tevlî grevan bûye, Keje Tunç diyar kir ku divê dewlet demildest daxwaza girtiyan bîne cih û wiha pê de çû: “Ji zarokên me yên nav çar dîwaran de çi dixwazin? Kezeba me dişewitînin, ne şeva me şev ne roja me roj e. Bila daxwazên girtiyan bînin cih û ev zilm bi dawî bibe. Dibêjin ‘em xwişk û bira ne’. Gelo ev çawa xwişk û biratî ye? Gelo mirovek xwarinê nexwe wê çawa bijî? Vê zilmê bi me û zarokên me didin jiyîn. Zarokên me zindî zindî li girtîgehan dikujin. Ji ber temen ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Tevî me gelek caran daxwazname da jî me bersivek negirt.”
 
‘Zarokên me birçî ne em çawa rehet bikin’
 
Emîne Çîçek jî bi lêv kir ku kurê wê ji aliyê cerdevanan ve hatiye girtin û got li ser girtiyên siyasî zextên cidî hene û wiha pê de çû: “Bila ev tecrîd bi dawî bibe. Bila tiştek bi zarokên me neyê. Doza zarokên me doza me ye. Zarokên me li wir birçîne em çawa rehet bikin. Bila ew tecrîd ji ser wan rabe. Bila her kes destên xwe bide ser wijdanê xwe.”
 
‘Zarokên me ji bo me hemûyan têdikoşin’
 
Hanim Dînç jî wiha got: “Zarokên me ji bo xwe tenê neketine grevê. Ji bo me hemûyan têdikoşin. Kurê min di çalakiya greva birçîbûnê de cih digire. Dewlet xwedî li zarokên me dernakeve. Zarokên me ji bo gelê xwe ketine grevê. Divê demildest gav bê avêtin. Em ji bo zarokên xwe azadiyê dixwazin.”
 
‘Em di bin zilm û îşkenceyê de ne’
 
Cahîde Otuş jî bi lêv kir ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan û girtiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd li ser hemû civakê ye. Em nikarin nêrînên xwe bînin ziman. Dema em tînin ziman em tên girtin. Grev bidomin wê mirin çêbibin. Bila zextên li zindanan rabin.”
 
‘Em tên kuştin tên girtin’
 
Şerîfe Akkaya jî ev tişt anî ziman: “Divê demildest ev tecrîd bê rakirin binpêkirinên mafan bi dawî bibin. Em ketine destên zaliman. Hemû gelê me bêyî sedem avêtine zindanan. Her tiştî bi kêfî dikin. Em tên kuştin tên girtin. Me davêjin zindanan. Em niha nikarin ji mala xwe derkevin.”