Fatmagul Berktay:Jin bi hezaran salane wek ganîmeta şer tên bikaranîn

  • 09:04 16 Sibat 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Prof. Dr. Fatmabul Berktay bikaranîna bedena jinan a di şer de û hedefgirtina jinan nirxand û got: “Jin bi hezaran salane wek ganîmet tên bikaranîn. Bi hezaran salane rastî şîdeta zayendî û her cureyê şîdetê tên. Mirovanî pêşketina herî hêdî di vê mijarê de nîşan dide.”
 
Di dîrokê de bedena jinê her tim wek ‘objeya zayendî’, ‘serdestî’ û ‘tolgirtina mêran’ tê bikaranîn. Bedena jinê her tim di şer de wek alav hatiye bikaranîn û di şeran de dibe sembola dîlgirtinê. Mînaka herî rojevî di 10’ê Tebaxa 2015’an de di pevçûna li Gimgima Mûşê pêk hat de hat jiyîn û cenazeyê Kader Kevser Elturk (Ekîn Van) hatibû teşîrkirin. Dîsa di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Şengalê de jin hedef hatin girtin û wek kole li bazaran hatin firotin, rastî tecawizan hatin. Dîsa di 20’ê Çileyê 2018’an de di êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Efrînê de jin hedef hatibûn girtin.
 
Zanista siyastê Prof. Dr. Famagul Berktay der barê mijarê de nirxandin kir.
 
*Hûn têkiliya şer û zayenda civakî çawa bi hev girê didin?
 
Dema mirov behsa têkiliya şer û zayenda civakê dikin, divê mirov behsa şîdeta zayenda civakî bikin. Podcasti ya NY’ê hebû; digot ‘şîdeta zayenda civakî ne vîrus e  semptom e’. Yanî ev nîşaneyek e. Bi rastî jî wisa ye. Desthilatdariya mêr ji bo jinan bike bin kontrolê vê rêbazê bi kar tîne. Zihniyeta baviksalar hewcedariyê bi pêkanîna kontrola li ser jinan dibîne û rêbaza herî tehdîdkar jî şîdet e. Bêguman jî ev teşeyê herî hov yê şîdetê ye. Bedena jinê wek meta tê dîtin.
 
Ji berê de mêr wek lîderê malê tê dîtin, her wiha mêr bedena jinê ji xwe re dike berjewendî û dikare bifroşe yan jî kirê bike. Ev jî hemû hîmê baviksalarî nîşan dide. Yanî bav, hevjîn ji berê de, ji Mezopotamya kevn heta niha li ser jiyana jin, zarok û koleyan xwe xwedî maf dibînin. Di vî mafî de bêguman mafê ji zayendê fêde girtin jî heye. Ev di roja me ya îro de mijara herî bi êş e. Ji ber vê jî mînaka herî zalimane di şer de dibînin. Jinên ku di tu mijarên nayên dîtin de tên cezakirin. Yanî tecawizkirina jinan wek mafê herî rewa dibînin. Mijara kolekirina jinan îro li hemû cîhanê heye. Em hemû dizanin ku DAIŞ’ê çi kiriye. Hîna jî kes nizane çend jinên kole hene. Ev bi aşkera li Rojhilata Navîn tê dîtin lê li her derê cîhanê heye. Li Ewropa, Bosnayê me ev dîtin. Bedena jinê wek mal tê dîtin, wek meta tê dîtin.
 
*Çima bedena jinê?
 
Wek min got jin û zarok, wek malên serdestiya mêr tên dîtin. Ev ji avabûna baviksalarî heta niha wisa ye. Baviksalarî piranî ji holê rabe jî di îdeolojiyê de didome. Di sedsala 20’an de li Ewropyê jin bi qanûnî bû kes. Li Tirkiyeyê jî piştî komarê hat fikirîn ku jin bûne kes. Lê di alî qanûnî de ev di salên 2000’î de bû. Tevî ev îdeolojî berovajî vê îdia dike jî jin wek kes wek welatî nayê hesibandin. Îro em bi pêla şûndeketinê re rû bi rû ne. Li Polonyayê li mijara kurtajê binêrin. Li gelek deverên cîhanê mafê kurtajê tê qezenckirin, lê li gelek deveran li Tirkiyeyê di bin tehdîdê ye. Di pêkanînê de pêk naynin, ji ber jinan tiştek nahesibînin bedena wan aydê wan nabînin.
 
*Gelo bedena jinan êdî vediguhere cihê şer?
 
Bêguman wisa ye. Bedena jinan her tim aliyekî polîtîk yê şer e. Wek ganîmet tê dîtin. Mixabin di bin şer de şîdeta li ser jin û zarokan tê dîtin. Di bin şîdeta zayenda civakî de jî mixabin tiştek wisa heye. Wek berê baviksalarî aşkera nîne. Lê dema mirov dinêrin di şer de leşker jinan wek alav dibîne, wek alava kêfî dibînin, tecawiz dikin.
 
*Mîsyona ku îdeolojiya şer li bedena jinê bar dike çi ye?
 
Jin zarokan tînin dinê, ev jî ji bo tova mirovahiyê tiştê herî girîng e. Ger jin zarokan neyne dinê mezinikirina tov ne pêkan e. Lê mixabin tevî vê bedena jinê bindest e. Wisa tê dîtin. Ligel vê, ev taybetiya jinê biçûk tê xistin. Yanî wek ku mêr can didin tê dîtin, jin tenê wek alava ku zarok hildigire tê dîtin û dîsa sûcdar tê dîtin.
 
*Li Efrînê di êrîşa Tirkiyeyê de jin rastî tecawizê hatin, hatin revandin. Li Tirkiyeyê li herêma Kurdan pisporên çawîş tecawiz dikin lê tên parastin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
 
Em vê wek alava şer nanirxînin. Ev tiştekî hîn berfirehtir e. Di encamê de desthilatdarî kuştinên jinan, şîdeta li ser jinan dibîne lê mixabin her tim biçûk dixîne, wek nexweşên rûh dibîne. Lê mixabin tu sedama wê ne nexweşiya ruh an jî patalojî ye. Ev encama newekheviya zayenda civakî ye.
 
*Bi biryara hejmara 1325 a Konseya Ewlehiya NY’ê re şîdeta zayendî ya di pevçûnan de wek tehdîd hat qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de hûn çi dibêjin?
 
Ev biryar mixabin dereng maye. Hiqûqa navneteweyî bêguman her tim ceza nade, lê nokteya ku mirovahî gihiştiyê nîşan dide.