Hevserok Sevda Subaşi hat girtin

  • 08:32 16 Sibat 2021
  • Rojane
 
QERS - Hevseroka HDP'ê ya Qersê Sevda Sûbaşê di 12'ê Sibatê de di encama biserdegirtina mala wê hatibû binçavkirin. Sevdaya ku hatibû binçavkirin hat girtin. 
 
Di 12'ê Sibatê de li Qersê bi ser malên Hevseroka HDP'ê ya Qersê Sevda Sûbaşê rêveberên partiyê Zekî Şûr û Mahmud Nadioglu her wiha 3 kesên navên wan nehatin hînbûn hatibû girtin. Do piştî karê li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. 
 
Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tevî Sevda 6 kesên sewqî dadgehê hatin kirin ji nav 3 kes hatin girtin. 
 
3 rêveberên HDP'ê yên din bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.