Şengalî li dijî komploya navneteweyî meşiyan

  • 17:22 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL- Şêniyên Şengalê îro ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herikîn qadan. 
 
Şêniyên Şengalê îro ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herikîn qadan. Şêniyên Şengalê ji seytereya deriyê sereke yê bajarokê Sînûnê dest bi meşa xwe kirin û heya navenda bajarokê Sînûnê meşiyan. Gel bi Di meşê de pankarta bi nivîsa "15’ê Sibatê ji bîr neke nede jibîrkirin" hat hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê","Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser Rîham Hico ve hat xwendin. 
 
Her wiha jinên beşdarî çalakiya meşê bûn axivîn. 
 
'Heta em rêberê xwe azad nekin em ê ranewestin'
 
Rihan Xidir di derbarê meşê de wiha nêrînên xwe parve kir: "Em weke gelê Şengalê îro ji bo Rêberê xwe dimeşin. Em vê rojê şermezar dikin û heta em rêberê xwe ji  Girava Îmraliyê dernexînin em ê ranewestin." 
 
'Çi ji me were xwestin em ê bikin'
 
Hezar Mendo jî helwestên xwe wiha anî ziman:"Ji bo fikrê wî asteng û sînordar bikin Rêberê me xistin girtigehê. Loma bi milyonan kes îro li ser piya ne û ji bo Rêber Apo têkoşîn dikin. Rêber Apo dibe wek fizikî girtî be lê dil û mejiyê wî azad e loma em li pey doza wî ne em ê rêberê xwe ji bindestiya dijminan rizgar bikin. Çi ji me were xwestin em ê bikin.
 
Meyan Nasir jî bi heman şeêweyî nêrîna xwe parve kir û da diyarkirin ku ew ê tu caran rê nedin ku dijmin li ser Rêberê wan tecrîdê bidin meşandin û di dawî de da diyar kir ku ger xelasiya civakê û cihanê hebe wê bi Abdullah Ocalan be.