Tevî astengiyan komplo hat şermezarkirin

  • 15:44 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Li ser astengkirina daxuyanî û meşa ew ê bi pêşengiya DBP'ê pêk bihata siyasetmedaran dest bi çalakiya rûntiştinê kirin û tevî astengiyan komplo hat şermezarkirin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya şermezarkirina salvegera 22’yemîn a komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, xwest ji ber Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî heta avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê meşek li dar bixe. Ji saetên serê sibê ve polîsan bi maşîneyên zirxî derdora avahiya Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê dorpêç kir. 
 
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê jî di nav de koma xwest dest bi meşê bike lê polîsan pêşiya wan girt û meşê asteng kir. Di navbera siyasetmedar û polîsan de kêliyêk dirêj nîqaş dom kirin û li ser vê yekê siyasetmedaran dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
Çalakiya rûniştinê didome. Polîsên meşê asteng kirin jî mudaxileyî welatiyên 15’ê Sibatê bi berzkirina dirûşmeyan şermezar kirin jî kir. 
 
'Em ê faşîzmê hilweşînin'
 
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca wiha got:"Dibin asteng û naxwazin xebatkarên çapemeniyê dîmen bigirin. Em ê tevî hemû astengiyan faşîzmê derbas bikin. Bêtehemuliyeke li dijî 15'ê Sibatê heye. Bila ew bizanibin em ê vê roja reş şermezar bikin. Ev 22 sal in em tecrîdê şermezar dikin. Em ê li dijî vê zilmê bêdeng nemînin. Em ê faşîzmê hilweşînin."