Li Colemêrgê 8 kes hatin binçavkirin
- 13:28 15 Sibat 2021
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrg û Geverê di serê sibehê de bi ser malan de hatin girtin û 8 kes hatin binçavkirin.
Li Gund û navenda Colemêrgê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin û 7 kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.
Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Serdar Bor, Murat Taş, Berkan Çiftçi, Emirkan Çiftçi, Uğur Akmaz, Aydin Alpsar, Turgut Yilmaz.
Li Geverê jî Cengiz Ozdemir di encama biserdergitina mala wî de hat binçavkirin.
Hinceta binçavkirina 8 kesî nehat hînbûn.