Li Wargeha Mexmûrê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

  • 13:26 15 Sibat 2021
  • Rojane
MEXMÛR- Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşeke girseyî komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin şermezar kirin.
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) komploya navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêkanîn bi meşeke girseyî şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “ Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û“ Em 15’ê Sibatê Ji bîr Nakin û Nadin Jibîrkirin” hatin hildan. Meş ji ber deriyê Avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê berdewam kir. Piştî meşê axaftin hat kirin. Beriya ku axaftin bê kirin rêz ji bo cangoriyên azadiyê hat girtin. Axaftin ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hacî Kaçan ve hat kirin. 
 
Di axaftina hat kirin de ev tişt hat gotin: “  Em tevahî hêzên komploger ê ku rêberê me dîl girtin û xwestin di şexsê rêbertiya me de, dawî li têkoşîna mirovahiyê bînin şermezar dikin. Weke şêniyên wargeha Mexmûrê ji dil û can şervanên azadiyê li Heftanîn, Xakûrkê  û herî dawî li Garê bi rêzdarî û hezkirin û germahiyekê mezin silav dikin û serkeftina wan pîroz dikin. Îro 22 sal e rêbertiya me di nava çar dîwaran de ye.  Çawa ku di 15’ê Sibata sala 1925’an de Şêx Seîd dîl girtin, piştî wê bi 74 salan dîsa di 15’ê Sibatê de li beramberî pêşengê mirovahiyê rêber Apo komployek pêk anîn. Bi heman şêweyî di 29’ê Hezîranê de ji bo Şêx Seît biryara darve kirinê dan û bi dar ve kirin. Di heman demê de 29’ê Hezîranê dîsa ji bo rêber Apo biryara darvekirinê dan. Li vê derê armanca dijmin diyar e, çawa ku berê bi girtina pêşengê serhildanan û jiholêrakirina wan xwestibûn dawî li têkoşîna Gelê Kurd bînin, di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi heman şêweyî xwestin di şexsê rêber Apo de dawî li têkoşîna mirovahiyê bînin.” 
 
‘Têkoşîna azadiya her diçe mezin dibe’
 
Di berdewamiya axaftinê de bal hat kişandin ser êrîşên ku di 10’ê Sibatê de hatine pêkanîn û wiha hat gotin: “Dewleta faşîst a tirk û hêzên komploger ji bo pêşîgirtina armanca gelê azadîxwez bi hev re komployek pêk anîn. Êrîşa ku di 10’ê Sibatê de li hemberî Garê pêk anîn berdewamiya komloya navneteweyî ye. Xwestin di 15’ê Sibatê de komploya ku li hemberê Rêber Apo dane meşandin derbasî pêngaveke nûh bikin. Lê rêber Apo bi fikir û paradîgmeya xwe û hem jî şopdarên rêber Apo bi ruhên xwe yê fedaî plan û lîstikên dijmin vala derxistin. Bi saya fikir û ramanên rêber Apo Gelê Kurd neket zîndanê, îro yê ku dinya li wan bûye zîndan û tarûmar bûye dewleta faşîst ya tirk û hevkarê wê ne. Bi saya ked û xwîna şehîdan  îro Gelê Kurd pêşngiyê ji bo tevahî mirovahiyê dike. Kesên ku xwestin di şexsê rêber Apo de Gelê Kurd tune bikin, îro ew bi xwe yek bi yek tune dibin. Têkoşîna azadiyê her roj diçe mezin dibe, ji bo vê yekê em weke gelê wargehê û koma  çalakiya greva birçîbûnê ji tevahî dost û dijminan re dibêjin wê Gelê Kurd tu caran teslîmiyetê qeûl neke. Weke ku Şehîd Mehmet Tunç gotiye ‘Em ê çok daneynin’.”
 
‘Heta em Rêber Apo azad nekin wê têkoşîna me dewam bike’
 
Di dawiya axaftinê de hêzên komploger hatin şermezakirin û ev tişt hat gotin: “Her çiqas komploya navneteweyî dewam bike rêber Apo û pêşengên têkoşîna azadiyê û Gelê Kurd her ku diçe vê komployê vala derdixin. Dibe ku rêber Apo bi awayekî fîzîkî ne li gel me be lê belê rêber Apo di mejiyê me û jiyana me de ye.  Heta ku em rêber Apo azad nekin wê ev têkoşîn berdewam bike. Bi boneya salvegera komployê em tevahî berxwedêrên zîndanan ên ku ji bo azadiya rêber Apo canê xwe kirine mertal berxwedana wan silav dikin. Ev berxwedan berxwedana rumetê ye û wê ev berxwedan bi ser keve. Em dubare hêzên komploger bi tund şermezar dikin.”
 
Meş bi duruşma “ Bijî Serok Apo” , “Kesek nikare Roja me tarî bike” bi dawî bû.