TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin em nikarin behsa demokrasiyê bikin

  • 11:02 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Têkildarî salveger komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan TJA'yê daxuyanî da. TJA'yê di daxuyaniyê de ragihand ku heta ku ev tecrîd neyê hilweşandin, ew nikarin behsa demokrasî, edalet û behsa çareserîya meseleya kurd bikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniya nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de azadî ji bo Abdullah Ocalan û girtiyen siyasî re xwest. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî di 15ê Sibata 1999'an de radestî Tirkîyeyê hate kirin. Komploya ku li ser tê cîbicîkirin, îro jî berdewam dike. 
 
Birêz Ocelan îdeolojîyên hêzên modernîteya emperyalîst û kapîtalîst ku civakan parçe dike, îfşa kirine û paradîgmaya xwe dîyarî erdnîgarîya Rojhilata Navîn kiriye ku qada avakirina pergala çewisandinê ya van hêzan e. Li hember vê dijderketin û paradîgmaya azad û wekhev, hêzên ku bi Tirkîyeyê re hevkarî kirin, bi komployekê Birêz Ocalan bi fîzîkî dîl girtine û ev dîlgirtin kirine zemîna “rewatî” ya bêhuqûqîyên ku îro diqewimin. 
 
Li Girtîgeha Îmralîyê ku 22 sal in wek “Herêma Leşkerî ya Qedexe” hatîye ragihandin, hemû normên hiqûqê, peymanên navneteweyî têne binpêkirin û tecrîdeke mûtleq tê sepandin. Mafê telefonê, mafê hevdîtinê li gel malbat û parêzerên xwe û mafê destgihîştin bi çapemenî û pexşê ji dest hatine girtin û di şaneyeke yek-kesî de hatîye tecrîdkirin. Mafê hevdîtina li gel parêzeran ku bingehîntirîn mafê girtîyan e, bi awayekî fîîlî di 27ê Tîrmeha 2011'an de hatîye rawestandin. Piştî 8 salan cara yekem di 2'yê Gulana 2019'an de di encama grevên birçîbûnê de karîye 4 carên din hevdîtinê bike û paşê hevdîtina li gel parêzeran ji nû ve hatîye astengdarkirin. 
 
Di nav sala 2020'an de tenê du caran kirine ku Birêz Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtinê bike, herî dawî berî niha bi 10 mehan li ser gefa pandemîyê di 27ê Nîsana 2020'an de jê xeber hatîye wergirtin. Raporên ku ji hêla CPT'yê ve hatine amadekirin tevî ku di wan de bi caran anîne ziman ku ev yek mafekî mirovî ye, ne CPT'yê ne DMME'yê ne hêzên navneteweyî tu mueyîdeyek nesepandine ji bo ku ev bêhiqûqî ji holê rabe, çavpoşî li vê bêhuqûqîyê kirine. Bingehîntirîn qada peywira CPT'yê pêşîgirtina li îşkence û mameleya dermirovî ye. Di demekê de ku ev mamele hemû 22 sal in li Girava Îmralîyê tên sepandin, bi awayekî vekirî bêdengmana CPT'yê nîşan dide ku bandora hêzên navneteweyî heye û lî dijî Girava Îmralîyê bi awayekî cudakar tev digerin. Herî dawî CPT'yê di 11-25ê Çileya 2021'an de hate Tirkîyeyê û bêyî ku serdana Girava Îmralîyê bike vegerîya, ev yek careke din nîşan dide ku ev destwerdan û komploya navneteweyî berdewam dike. 
 
Bi vê komployê hewl tê dayîn ku ramanên Birêz Ocalan negihîjin gelan û dixwazin ku pêşî li jîyaneke demokratîk û azad bigirin. Tekane hinceta ku nahêlin bi awayekî fîzîkî temas çêbe, ev yek e. Pêkhatina paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaz ji bo jinan ku Birêz Ocalan derxistîye meydanê, hîna jî mezintirîn tirsa serdestan e. Lê belê tevî ku bi fîzîkî hatibe dîlgirtin jî,  her wekî ku di Şoreşa Jinan a li Rojava de û erdnîgarîya Rojhilata Navîn di serî de li gelek deverên dinyayê hewl tê dayîn ku li derdora vê paradîgmayê jîyan bêne avakirin. Birêz Ocalan bi îdeolojîya xwe bûye hêvîya jîyaneke azad ji bo jin, ciwan, bawerî û nasnameyên cuda. 
 
Îro bawerî û daxwaza girtîyan ku bi grevên birçîbûnê hewl didin vê tecrîda mûtleq hilweşînin, nîşaneya vê hêvîyê ye. Tevî hemû bêhiqûqî û binpêkirinên mafan, ev hêvî û ew soza jîyaneke azad ku Birêz Ocelan bi ramanên xwe li ba mîlyonan mirovan afirandîye, îro di hebûna hezaran girtîyan ku li dijî tecrîdê li ber xwe didin,  ji nû ve xwe nîşan dide. 
 
Komploya ku 22 sal berî niha dest pê kiriye îro jî berdewam dike, em bi vê hişmendiyê xwedî li hemû daxwazên girtiyan derdikevin ku grevên birçîbûnê didomînin û em dubare dikin ku heta tecrîd neyê hilweşandin, azadî ji gelan re nayê. Tecrîda Îmralîyê wek bêhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan dikin zemînek rewa ji bo hemû bêhiqûqîyan ku tên sepandin. Heta ku ev tecrîd neyê hilweşandin, em nikarin behsa demokrasî û edaletê bikin. Em nikarin behsa çareserîya meseleya kurd bikin. 
 
Bangewazîya me li hemû hêzên xwecihî û navneteweyî ye; Îmralî pergaleke tecrîda mûtleq e û demildest divê were rakirin. 
 
Di 22 salîya vê komployê de em careke din vê komployê lanet dikin ku di şexsê Birêz Ocalan de li hemû gelan ferz dikin. Em dibêjin azadî ji bo Birêz Ocalan û hemû girtîyên sîyasî!"