Li Colemêrgê polîs tecawizî jinekê kir

  • 11:00 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Emniyeta Colemêrgê polîs Enes  T. tecawizî G.A.U. ya  li heman cihî karmend bû kir. Bûyer piştî ku G.A.U. gilî kir aşkera bû. Herwiha derket holê ku malbatan xwestine bi rêya zewacê bûyerê veşêrin.
 
Li Emniyeta Colemêrgê polîs Enes  T.  tecawizî G.A.U. ya  li heman cihî karmend bû kir. Bûyer piştî ku G.A.U. gilî kir aşkera bû. Herwiha derket holê ku malbatan xwestine bi rêya zewacê bûyerê veşêrin. Bûyer piştî ku G.A.U. ya ku tecawizî wê hat kirin bûyer ji Mudurê yekîneya ku lê dixebitî re vegot derket holê. G.A.U piştî bûyer vegot li gel polîsan rakirin nexweşxaneyê û di 28'ê Çileyê de jî çû muduriyeta polîsan û li Enes T. gilî kir. Herwiha derket holê ku malbatê xwestiye bi rêya zewacê ser bûyerê bê girtin lê ji ber ku polîsê tecawizkar qebûl nekiriye careke din gilî kirine. 
 
Gumanpar got 'wê xwestiye'
 
Li ser giliyê G.A.U. polîs bi gûmana "êrîşa zayendî" îfadeya Enes T. girt. Enes T. qebûl kir ku ew çûye odeya G.A.U. û got ku "her tişt bi daxwaza wê bûye". Di roja ku îfadeya Enest T. hat girtin de polîsan li cih êbûyerê lêkolîn jî kir. Di encama lêkolînê de lekeyên xwînê hain tespîtkirin û hat xwestin ku G.A.U. ji aliyê doktorekî ve bê muayenekirin, rapor bê girtin û ji Serok Hekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêr gê re derbarê bûyerê de nivîs hat nivîsandin.
 
'Piştî giliyê xwe paşve kişand dest ji biryara ku da berda'
 
Piştî ku G.A.U. bûyer ji malbata xwe re vegto bavê wê jî ji Dîlokê hat Colemêrgê. Bav Yusuf U. bi rojan xwest ku bi rayedarên emniyetê re hevdîtinê bike. Lê ev daxwaza wî her carê bi hincetên cuda hat redkirin. Piştî ku bûyer ji aliyê emniyetê ve jî hat aşkerakirin bavê Enes T. bi bavê G.A.U. re têkilî danî û di 8'ê sibatê de ji Enqerê hat Colemêrgê. Piştî wê hat xwestin ku G.A.U. bi Enest T. re bê zewicandin. Piştî biyrarê bavê Enest T. vegeriya Enqereyê û ji bo mahrê dîroka 11'ê sibatê hat veqetandin. G.A.U. jî giliyê xwe yê li emniyetê paşve kişand. Piştî ku G.A.U giliyê xwe paşve kişand Enest T. zewaca bi G.A.U. re qebûl nekir. 
 
'Malbatan xwest bi rêya zewacê bûyerê veşêrin'
 
Bavê G.A.U. Yusuf U. piştî ku zewac pêk nehat di 12  Sibatê de hem li Enest T. û hem jî li bavê wî gilî kir û got, "Enes T. û malbata xwe bi me re têkilî danîn, gotin ger ku keça we G.A.U. gilî neke em ê lawê xwe bi keça we re bizewicînin. Piştî wê jî bavê Enest T. di 8'ê sibatê de  ji Enqreyê hat Colemêrgê û em pê re axivîn. Me di heman demê de ji bo zarokên xwe gustîl stendin û bavê Enest T. gustîl kirin tiliya keça min û lawê xwe. Piştî ku nîşan hat kirin jî bavê Enes vegeriya Enqerê. Keça min jî çû Serdozgeriyê Komarê ya Colemêrgê û got ku wê bi enes re nîşan kiriye, ewê bizewicin û dixwaze giliyê xwe paşve bikişîne.  Em careke din li Enest T. û bavê wî yê ku em xapandin û zewaca bi keça min re red kirin gilî dikin."
 
G.A.U. diyar kir ku derbarê polîs Enes T. de tu tişt nehatiye kirin, hîna li ser peywirê ye û li Enqerê li betlanê ye. G.A.U. diyer kir ku ew piştî bûyerê rojên zahmet dibuhêre, ji ber tişta hatiye serê wê du caran hewl daye întîhar bike, lê ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatiye astengkirin. 
 
'Tu nikarî xuşka xwe ji vir bigirî'
 
Xuşka G.A.U. Hatîce U. jî got ku ew di 14'ê sibatê de hatiye bajêr û wiha got, "Dema ku ez çûm emniyetê min ji dur destûr girt. Min xwest bi xûşka xwe eleqedar bibim. Lê xuşka min nedan min. gotin, 'tu nikarî xuşka xwe ji vir bigirî'. Em li mafên xwe digirin. Em niyet bi xuşka min re alîkar nebûye. gotine bila ser bûyerê bê girtin û nexestine ku agahiya bavê min jê çêbibe. Ji xwe bavê min jî tu encam negirt."