Li Sêrt û Şirnexê 18 kes hat binçavkirin

  • 09:44 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
SÊRT/ŞIRNEX - Li Sêrt û Şirnexê di serdegirtina malan de heta niha 18 kes hatin binçavkirin.
 
Di saetên serê sibehê de polîsan li Sêrt û Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Li Sêrtê polîsan bi ser gelek malan de girtin, derî û paceyên malan şikandin. Di serdegirtina malan de heta niha 18 kes hatin binçavkirin.
 
Li Sêrtê endamên Meclîsa Şaredariyê ku ji peywirê hatin dûrxistin Hasret Arslan û Haydar Çagli, endamê meclîsa giştî ya navendê ya HDP'ê Mehmet Kayisi, rêvebirê HDP'ê yê Sêtê Tamer Kilinç, ji Gundê Siyaniz ê girêdayî bajarokê Ziyaret a navçeya Hawêlê welatiyê bi navê Devran Acar, Li navçeya Misirce jî rêvebirê HDP'ê yê navçeyê Abdulgaffur Kubîlay û welatiya bi navê Elîf Esmer hatin binçavkirin. 
 
Bi hinceta "Endama Rêxistinê" û "propagandaya Rêxistinê" kesên ku hatine binçavkirin li midûriyetên polîsan tên girtin.
 
Her wiha polîsan bi ser mala endamên Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mehmet Emîn Çeçen û Sabrî Sagir de jî girtin û ji ber ne li malê bûne nehatin binçavkirin.
 
Hat zanîn ku îfadeya hîn kesên ku hatine binçavkirin li emniyetê dest pê kiriye.
 
Li Şirnexê 11 kes hat binçavkirin
 
Li Şirnexê di serdegirtina malan de rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Agît Yîgît, li Cizîrê welatiyên bi navê Serhat Çatuk, Fatma Acet, Camî Bîlîk, Firat Akyol, Nîhat Kûçûk û Mahsum Kuramî, li Hezexê jî Omer Karavîş û welatiyên ku navên wan nayê zanîn du kes hatin binçavkirin. 
 
Kesekî serbest hat berdan
 
Li Qilebanê jî rêvebirê HDP'ê yê berê ya navçeyê Abdullah Yaman di serdegirtina malan de hat binçavkirin. Hat zanîn ku Abdullah bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatiye binçavkirin.  Abdullahê ku hat binçavkirin, piştî li Midûriyeta Polîsan a Qilebanê îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan.