Fadîle Tok: Em deyndarên Rêber Apo ne

  • 09:08 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok diyar kir ku ew deyndarên Rêber Apo ne 15'ê Sibatê ji bo Gelê Kurd rojeke reş e û dîlgirtina mîmarê azadiyê tê wateya dîlgirtina tevaghiya Gelê Kurd.
 
Endama koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibat’ê ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan hatî kirin ,pêngava KCK-KJK'ê  ya  "Dem dema azadiyê ye" û her wiha li ser rola jinê ya di tekoşîna li dijî  komployê de nirxandin kir. 
 
‘Wê hêzên komploger rûreş bimînin’
 
Fadîle bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê û wiha got:” 15’ê Sîbatê ji bo Gelê Kurd rojek reş e,dîlgirtina mîmarê azadiyê  tê wata dîlgirtina tevahî gelê Kurd. Wê hêzên komploger hertim rûreş bimînin li beramber dîrokê. Di serîde tevahî şehîdên meha Sibatê û şehîdên kurdistanê yên nemir ku gotîne kesek nikare roja me tarî bike,bedena xwe kirine pêtek agir û li dora Rêbertî xwe kirine xelek û pêtên agir bilind kirine em wan bi bîr tînin û bi minnettarî bejna xwe li hember wan ditewînin. Hest ,raman, xeyal û daxwazên wan rêç û armanca me ne. Em ê roja 15’ê Sibatê bikin roja azadiya Rêber Apo. Em ê vê tecrîda li ser Rêber Apo ku derveyî exlaq tê meşandin dikeve 23 saliya xwe tucarî ne pejirînin. Em weke Gelê Kurd li beramber Rêber Apo deyndarin û em ê hertim hewil bidin ku bi xeyalên wî re xwe bikin yek. Rêber Apo bi keda xwe,berxwedana xwe û zanista xwe komplo vala derxist. Her çiqas Rêber Apo  li Îmraliyê girtî be jî kurdan Serokatî di rihê xwe de,di mejiyê xwe de,jiyana xwe de bi cih kirine û pê re dimeşin. Tucarî kurdan jiyana bê Rêbertî ne pejirandine û wê ne pejirînin jî û hertim ji bo azadiya rêberê xwe li ser piyan e.”
 
‘Hêzên komploger bi ser gelê me de tên’ 
 
 Di berdewamiya axaftina xwe de Fadîle diyar kir ku komplo bi ser neketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku beşek yê komployê Rêbertî vala derxist,hêzên komploger yên bêbext bi awayên cuda bi ser gelê me de tên. Ji ber ku fikrên Rêber Apo tenê ji bo yek netew nînin ji bo tevahî gelan ,îradeya wan,vîna wan e û ev gel li ber xwe didin û nêrînên Rêber Apo jiyanî dikin û li gelan belav dikin. Dijminê xedar dît ku fikrên rêber Apo belav dibin vê carê bi planên qirêj bi ser gel de diçe ku girseya li dora Rêber Apo buye yek felç bike. Dijmin ji bo ku tola xwe ji Rêber Apo hilîne bi ser gel de diçe. Lê wê dijmin di xeyalên xwe de bifetise û ew ê têk biçe. Ji xwe hertim têk diçin ji ber wê yekê êrîşî gelan dikin,êrîşî nirxên me û êrîşî goristanên me dikin. Herwiha êrîşî jin û  zarokan dikin. ” 
 
‘Azadî bi rêber Apo pêkan e’
 
Fadîle Tok di derbarê pêngava KCK û KJK’ê de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha pêde çu:”Pêngava’ dem dema azadiyê’ye  azadiya Rêberê me ye. Ger azadiyek hebe wê bi rêberê me pêkan be.  Ji dervey wê em ê tu alternatîfên din,tu jiyanek din nepejirînin. Pêngava ku dest pê kirî di pêşengtiya girtiyên zindanan de, li Mexmurê,li dervey welat û li qadên din jî desetpê kirî û tevahî gel li ser piyan e ji bo ku bersiva van komplogeran,van hêzên qirêj bidin. Hertim dijminên kurdan xwestine qira wan bînin û hemu hêza xwe dane ser gel ji bo tune kirin û bê îrade kirina gel.”