'Heta ku deriyê Îmraliyê venebe aştî û demokrasî nayê vî welatî'

  • 09:07 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak/Gulîstan Azak
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, derbarê komploya navneteweyî de wihat got: “Azadî nêz e. Têkoşîna tê dayîn gihiştiye astekî. Ez bawer dikim ku ev wê bi azadiyê encam bibe.” Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun jî derbarê tecrîdê de wiha axivî: “Heta ku deriyê Îmraliyê venebe aştî û demokrasî nayê vî welatê."
 
Di 15'ê Sibata 1999'an ve Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. 22 sal in li hemberî Abdullah Ocalan tecrîd û rêbazên dijmirovî hat meşandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenter Salîha Aydenîz û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun ji ajansa me re têkildarê komployê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Li dijî komployê çalakî hatin lidarxistin‘
 
Salîha da zanîn starta komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li Sûriyeyê hatiye dayîn û got: “Li gelek deveran hêrsek mezin li hemberî komployê hati nîşandan. Wek roja reş hat dîtin. Komplo li gelek deverên cîhanê hat protestokirin û hîna jî çalakiyên protestoyî didomin. Çalakiyên protestoyê li gelek deveran bi pêşengiya jinan ve hat kirin. Bi komployê re hat armanckirin ku têkoşîna jinan bê hilwşandin. Lê bi ser neketin. Jinan bi perspektîfa Abdullah Ocalan li her qada jiyanê bûn deng.”
 
‘Tecrîd bandorê li tevahiya civakê kiriye’
 
Salîhayê destnîşan kir ku hêzên hegomonîk yên nexwestin demokrasî pêş bikeve jî polîtîkayên tecrîdê xistin dewrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan ji bo pêşiya azadî û demokrasiyê bê vekirin perspektîf pêşniyar kiriye. Lê dewletan di komployê de israr kirine. Polîtîkayên dijdemokratîk yên li hemberî kurdan hatine ferzkirin jî li her derê Tirkiyeyê belav bûye û dixwazin kurdan bi polîtîkayên tecrîdê heps bikin. Tecrîd bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Azadiya Abdullah Ocalan daxwazek gerduniye. Bi têkoşînê em dikarin pergala Îmraliyê serobinobikin.”
 
‘Heta Ocalan azad nebe aştî jî pêk nayê’
 
Remziye jî di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Abdullah Ocalan a ku 22 sal in berdewam dike bibîr xist û wiha axivî: "Ev 22 sal ji bo Gelê Kurd bi rastî jî dijwar derbas bû. Derê Îmraliyê girtin, xwestin birêz Ocalan di Îmraliyê de bifetisînin. Lê hat fêmkirin ku heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin û birêz Ocalan bi fizikî azad nebe aştî û demokrasî jî nayê vî welatê. Gava birêz Ocalan azad bû dê ew çaxê azadî û aştî jî were. Desthilatdar çi dixwaze bike? Dixwaze derê Îmraliyê hertim girtî bimîne lê ev rewş gelê difetisine. Hemû cîhan dizane ku heta ku deriyê Îmraliyê venebe ev îşkence, zext û zordarî hem li ser gelên Tirkiyê hem jî li ser tevahî gelên Rojhîlata Navînê xwe girantir bibe."
 
'Birêz Ocalan ji bo gelan xwedî rolek girîng e’
 
Remziye di axaftina xwe de wiha bal kişand ser armancên tecrîdê: "Nahêlin ku birêz Ocalan rol û mîsyona xwe bîne cih. Lê belê ji bo lihevhatina gelan birêz Ocalan xwedî roleke girîng e. Gel ji sala 1999'an pêda heya îro ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ vedibêjin. Di vê çarçoveyê de gelek çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Gelek kesî bedena xwe dan ber agir. Gelek caran grevên birçîbûne pêk hatin. Tenê di pêvajoya muzakereyê de deriyê Îmraliyê bi qismî hat vekirin. Lê bi qedandina pêvajoya çareseriyê re aramiya li ser civakê jî qediya. Tecrîd her ku çû girantir bû. Tecrîd xwe li ser jinan, civakê û di her qadên jiyanê de nîşan da. Yên ku li dijî vê pergala tecrîdê derdikevin jî tên girtin an jî tên sirgunkirin."
 
'Çiqas tecrîd giran dibe qadên jiyana gelan jî bi sînor dibe'
 
Remziye destnîşan kir ku niha li heremê operasyonên leşkerî tên kirin û li Tirkiyeyê jî kesên ku mafê demokrasiyê dixwazin bi êrişan re rûbirû dimînin û ev tişt anî ziman: "Ji ber tayînkirina qeyûmê ya li Zanîngeha Bogazîçiyê xwendevan daketin qadan û bi êrişa dewletê re rûbirû man. Ev ji bo tecrîda li ser gelên Tirkiyê mînakek germ e. Dixwezin wekê şaredariyan qeyûm tayînê sazî û dezgehên jinan û saziyên giştî bikin. Çiqas tecrîd giran dibe ew qas jî qadên jiyanê bi sînor dibe. Li Tirkiyeyê niha qeyrana aborî, tenduristî, edalet û perwerdeyê heye. Kesên ku li dijî vê pergalê derdikevin jî tên girtin û binçavkirin. Lê belê hêza gel û ciwanan heye û dê serî natewînin."
 
'Divê ewilî tecrîda li Îmraliyê bê şikandin'
 
Remziye bilêv kir ku divê ewilî tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û got: "Ger ku deriyê Îmraliyê vebe dê wê çaxê pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî bên çareserkirin. Heke fikr û ramanên birêz Ocalan bighije gel, dê azadî jî pêk were. Lewra gel zêdetirî ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Niha ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehan greva birçîbûnê berdewam e. Daxwaza wan tenê rakirine tecrîdê ye. Em jî têkoşîna xwe di vê esasê de bimeşînin."