Ji Dayikên Aştiyê bang: Tecrîd pirsgirêka hemû gelan e

  • 09:05 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên ku bi salane di nav Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê de cih digirin, diyar kirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û bigihêje azadiya xwe. Dayikan da zanîn ku tecrîd pirsigrêka hemû gelan e.
 
Di ser komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hat kirin re 22 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê 22 sal e di bin tecrîdek giran de ye. Di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehan bi armanca rakirina tecrîdê û binpêkirinên mafan greva birçîbûnê hat destpêkirin.
 
Dayikên ku bi salan e di înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê de cih digirin ku Abdullah Ocalan wek aktorê mezin ê aştiyê dibînin, diyar kirin ku divê tecrîd demildest bê rakirin.
 
‘Dema azadiya wî hatiye’
 
Naciye Şahîn a ku 20 sal e di înîsiyatîfê de cih digire got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha berdewam kir: “Destur ji bo parêzer û malbatê nayê dayîn ku biçin hevdîtinê. Ev rewş me xemgîn dike. Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek rêber dibîne û ew ji bo aştiyê têdikoşe. Lê em der barê wî de tu agahiyê nagirin. Abdullah Ocalan divê azad be. Beriya me ew nas nedikir, me xwe jî nas nedikir. Piştî wî me xwe nas kir. Her kesî çavên xwe vekir. Gavên mezin hatin avêtin. Em bûn xwedî hêz û serkeftin. Jin bûn xwedî hêz. Ew şexsiyeteke mezin e.”
 
‘Jin wê tecrîdê bişkînin’
 
Naciyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û da zanîn ku ji bo daxwaza girtiyên ketine grevê bê qebûlkirin di hewldanan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo tecrîd bê rakirin hêza herî mezin jin in. Jin divê li dijî tecrîdê dest bidin hev. Em dikarin azadiya Ocalan wisa pêk bînin. Niha dilê me hemûyan şikestî ye. Ew her tim di xeyalên me de ye. Em ê teqez bi ser kevin.”
 
‘Muxatabê aştiyê Abdullah Ocalan e’
 
Bedîa Gokgoz jî bi lêv kir ku 9 sal e di înîsiyatîfê de cih digire û got piştî keça wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye di înîsiyatîfê de cih girtiye û got: “Ji roja înîsiyatîf hatiye avakirin heta niha dayik ji bo aştiyê hewl didin û serî li her derê didin. Lê daxwaza wan bê bersiv dimîne. Pêvajoya çareseriyê ji bo her kesî hêvî bû. Bêguman muxatabê aştiyê Abdullah Ocalan e. Ger çareserî hebe jî wê bi wî be. Em jî aştiyê dixwazin. Niha grev hene. Ji bo vê gelek tişt dikeve ser milên me. Em dayik dixwazin gelek tiştan bikin.Lê bi hinceta pandemiyê em jî xistine bin tecrîdê. Li Stenbolê em nikarin wesayîtên veguhestinê bi kar bînin. Ev tecrîd e. Ev nexweşî jî veguhertine derfetê. Lê divê em li dijî tecrîda Îmraliyê derkevin. Divê em ligel malbatên girtiyan bin. Tecrîd pirsgirêka hemû kesî ye.Ji ber vê divê demildest tecrîd bê rakirin.”
 
‘Ji laçika me ditirsin’
 
Emîne Erbek jî bi lêv kir ku ji bo aştiyê çi ji destên wan tê dikin û got niha li ser Gelê Kurd tecrîd pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo ku kes neyê kuştin aştiyê dixwazin. Lê kurd li ku rabin ser piyan dewlet dikeve pey wan. Zextek mezin heye. Lê em natirsin. Dewlet niha di taritiyekê de ye. Ji ber vê jî êrîş dike. Dewlet ji laçika serê me jî ditirse. Abdullah Ocalan Rêberê gelekî ye. Em her tiştî ji bo wî dikarin bikin. Ev peywira me ye. Ji bo me jinan jî gelek bi nirx e. Divê em dest bidin hev û têkoşîna hevpar bimeşînin.”