'Fikrê Rêber Apo hêviyên serkeftinê zindî dikir'

  • 09:04 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Fatme Hesen a yek ji jinên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtiye, da zanîn ku fikrê Abdullah Ocalan hêviyên serkeftinê zindî dikin û got: "Rêber Apo hestên welatparêziyê di dilê me de zindî kir û hişt em di jiyana xwe de durist bimeşin. Rêber Apo dixwest di destpêkê de jin bên rêxistinkirin."
 
Fatme Hesen a 66 salî ye û ji Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ye di sala 1995’an de li Taxa Hemîdiyê ya bajarê Helebê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re civiyaye. Fatmeyê heta niha rihê wê yê welatparêziyê zindî ye û di karê Edaleta Jinê de cihê xwe digire. Têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re Fatme Hesen axivî.
 
'Rêber Apo dixwest di destpêkê de jin bên rêxistinkirin'
 
Fatmeyê behsa hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di sala 1990’an min tevgera azadiyê nas kir. Her ez bi hesret bûm ku xwediyê fikrê azad Rêber Apo bibînim. Di sala 1995’an Rêber Apo em vexwendin civînekê, piraniya kesên ku vexwendibûn civînê jin bûn. Ji ber Rêber Apo dixwest di destpêkê de jin bên rêxistinkirin û zane bibin bi wan re civîn li dar dixist. Civîna me li Helebê li Taxa Hemîdiyê bû, di wan deman de Rêber Apo li Helebê dima. Heta em beşdarî civînê nebûn û me Rêber Apo nedît me bawer nedikir ku em ê wî bibînin. Rêber Apo bi silavên germ em pêşwazî kir û ji me re got: 'Hûn bi xêr hatin dayikên şoreşa azadiyê'. Heybet û axaftinên wî pir bi moral bûn û hêviyên serkeftinê di dilê me de zindî dikir."
  
'Felsefeya Rêber çavên me yên li rêka azadiyê vekir'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmeyê bal kişand ser gotin û perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:"Rêber Apo di civînê de destnîşanî  gelek xalên girîng dikir. Me pirsên xwe amade kiribûn, lê bêyî ku em pirs bikin me didît bersiva me tê dayîn. Rêber Apo digot 'Dijminên xwe li gor hejmarê bi hêz nebînin, têkoşîn û isra me ya ji bo Kurdistana azad ji hêza wan mezintir e.  Pêwîst e em mejiyê xwe bi siyaset û fikirandinên kûr bidin şuxulandin, wê demê em dikarin li berxwe bidin. Hejmar ne girîng e ya girîng dirûstbûna rihê welatparêziya me ye. 'Rêber Apo hestên welatparêziyê di dilê me de zindî kir û hişt em di jiyana xwe de rast û durist bimeşin. Felsefeya Rêber çavên me li rêka azadiyê vekir."
 
'Rêber Apo azadiya jinê her esas digirt'
 
Fatmeyê destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetir girîngî dida jinê û di her civînekê de qala azadiya jinê dikir û wiha domand: "Rêber Apo di axaftina xwe de her dem behsa azadiya jinê dikir. Rêber Apo digot 'jin divê azad bibin û ji koletiyê rizgar bibin. Rêber Apo berpirsyartiyeke mezin hilgirt ser milê me û hişt em bibin xwedî hebûneke xweser. Rêber Apo dizanîbû ku şoreşa bi jinê dest pê bike, wê bi ser bikeve. Ji gotinên Rêber Apo me fêm kir ku pêwîst e  em dest bi lêgerîna heqîqeta xwe bikin. Rêber Apo baweriyeke xurt di hundirê me de ava kir û va ye îro encamên wê li ber çavên hemû cîhanê ye."
 
'Heta hêz di canê min de hebe ez ê vê xetê dewam bikim'
 
Fatmeyê di dawiyê de soza domandina têkoşîna azadiyê da û wiha dawî li gotina xwe anî:"Piştî wê hevdîtina min a bi Rêber Apo re min soza domandina têkoşîna azadiyê da û heta niha jî didomînim. Heta hêz di canê min de hebe ez ê vê xetê dewam bikim. Hemû hêzên ku komplo li ser Rêber Apo pêk anîn bi bin ketin, ji ber Rêber Apo mirovên welatparêz pêş xist û va ye îro ji bo doza wî re sozdar in."