Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin

  • 08:47 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Rêvebiraa HDP'ê Songul Eriş di encama biserdegirtina mala wê de hat binçavkirin. 
 
Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi ser mala Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Songul Eriş de hat girtin û Songulê hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina Songula ku bibin Muduriyeta Emniyetê nehat hînbûn. Her wiha 24 saeta ji bo hevdîtina parêzeran biryara astengkirinê hat dayin. 
 
Tevî Songulê ji 13'ê Sibatê heta niha 6 kes hatin binçavkirin.