Li Hesekê û Qamişlo çalakiyên 15'ê Sibatê bi meşekê bi dawî bûn

  • 08:25 15 Sibat 2021
  • Rojane
 
HESEKÊ/QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li bajarê Hesekê konê çalakiyê û li Qamişloyê jî pêşengeh hatibû vekirin. Duh bi meşek girseyî çalakî bi dawî bûn.
 
Têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li bajarê Hesekê konê çalakiyê di 10'ê mehê de hatibû vedan û li bajarê Qamişloyê jî pêşengeh di 12'ê Sibatê hatibû vekirin. Duh bi meşek girseyî çalakî bi dawî bûn.
 
Li Hesekê çalakiya kon bi meşekê bi dawî bû
 
Di 10'ê Sibatê de bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, ji aliyê Komîteya Çand û Hunera Kantona Hesekê, Ciwanên Şoreşger û Meclîsa bajarê Hesekê ve li Gulîstana Abdullah Ocalan konê çalakiyê hatibû lidarxistin. Duh bi meşek meşaleyan çalakî bi dawî bû. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatibû hildan.
 
Paşê Rêveberiya Ciwanên Şoreşger Birûsk Gabar komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir û got: "Di şexsê Rêber Apo de komplo li ser tevahî Gelê Kurd hate meşandin û ev komplo heta roja îro jî bi rêbazên cur be cur dom dike. Em bang li tevahî ciwanan dikin ku asta têkoşînê mezin bikin da ku em bi Rêber Apo re bijîn."
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Ciwanan bi meşekê pêşengeh bi dawî kirin
 
Bi boneya salvegera Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger di 12’ê Sibatê de pêşengeha wêneyan vekirin. Pêşengeh di roja sêyemîn de bi meşek meşaleyan bi dawî bû. Meş ji  parka Avesta dest pê kir û li Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê veguherî mîtingê. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, meşaleyên bi agir, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankartê bi nivîsa "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan Seyran Sîno ve hate xwendin.
 
'Komplo bi berxwedana gel têk çû'
 
Ciwanan komploya navneteweyî bi tundî şermezar kirin û gotin: "Em komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin. Komploya navneteweyî ji aliyê gelek dewletan ve pêk hat û xwestin bi vê komployê azadî û wekheviya gelan têk bibin. Her çiqasî hêzên faşît bi armanca qirkirina Gelê Kurd ev komplo dabûn destpêkirin jî, komplo bi berxwedana gel têk çû. Bi sedan hevalên me bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" xwe kirin xelekek agir û li hember komploya navneteweyî sekinin. Em dibêjin dijminên me tu caran nagihêje xewin û xeyalên xwe, ji ber em bi berxwedana xwe tên nasîn."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.