‘Em têkoşîna ku felsefeya Rêber Apo mayînde bikin didin'

  • 14:47 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ - Jinên Ciwan ên ku beşdarî meşa dirêj li dijî komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne, nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Fikirên Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûne, em jî îro ji bo fikir û felsefeya wî mayinde bikin têkoşînê didin."
 
Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên Herêma Firatê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Zîndanan em ê komploya navnetweyî û faşîzmê têk bibin, azadiya Rêber Apo misoger bikin" bi minasebeta 22'emîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kiribûn. Ciwan û jinên ku dest bi meşê kirin diyar kirin ku ew ê meşa xwe 3 rojan bidomînin.  Ciwanan alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, posterên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan, her wiha pankertên bi nivînsa "Cîhana bê seroketî em ê bi ser dagirkeran de hilweşînin" hatibûn hildan. Ciwanan meşa xwe ji gundnê Til Xezalê dan destpêkirin û îro wê meş bighêje navçeya Şêranê ya Kobanê. Meş di roja duyem de didome. 
 
Di derbarê meşa dirêj a li dijî komploya navneteweyî hatiye orgenîzekirin, Jinên Ciwan nêrîna xwe anîn ziman.
 
'Komploya nevdewletî vala derket'
 
Jina Ciwan Medîne Ehmed da zanîn ku wê bi ruhê ciwanên şoreşger komplo vala bê derxistin û wiha got: "Duh me dest bi meşa dirêj ya li dijî kompiloya navneteweyî kir, meşa me ji gundê Rovî destpêkir û hete gundê Til Xezalê ciwan meşiyan. Wê meşa me sê rojan berdewam bike, îro em ê hete navçeya Şêranê bimeşin û sibê jî tevlî meşa navendî bibin. Em ê jin her di nava têkoşînê  de bin hete ku em azadiya Rêber Apo bi dest bixin.  Wê serkeftin ya gelê azadîxwaz û têkoşer be. Li dijî hemû kiryarên qirêj ên dewletên navneteweyî ku îro pilanan li ser Rêberê me didin meşand, em ê li ber xwe bidin û nehêlin pilanên wan bi ser kevin. Ev dewletên ku navê demokrasiyê li xwe dikin, îro kiryarên dij mirovî bi ser gelan de tînin. Bê dengiya dewletan hevkariya dewleta tirk dide xuyakirin, ji bo azadiya Rêberê aşitiyê em ê her di nava çalakiyan de bin, em ranawestin."
 
'Em azadiya civakê di azadiya Rêber Apo de dibînin'
 
Emel Mistefa ku ji Pêkhateya Ereb e û ji bajarokê Sirînê tevlî meşê bûye, bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha pêde çû: "Rêber Apo ne tenê yê Gelê Kurd e, ew Rêberê tevahî gelên e. Rêber Apo ne tenê ji bo doza Kurdan li ber xwe dide, ji bo tevahî gelên bindest têkoşînê dike. Ji bo wê em li pey fikir û felsefeya wî ne. Rast e Rêber Apo di girtîgeha Îmarliyê de  ye, lê felsefeya wî di nava tevahî cîhanê de belav bûye. Bila dijmin qet nebêje ku me Rêber Apo girtiye, ji ber îro em fikirên wî di nava xebatên xwe de pêk tînin û li ser wê felsefê perwerdeya xwe dibînin. Fikirên Rêber Apo gelek guhertin dan çêkirin, mînaka herî mezin îro jina ereb  e ku ew kevneşopî şikandin û li dijî her cureyên desthiladarî serî hildide."
 
'Em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin'
 
Rewşen Elî jî destnîşan kir ku wê ciwan bi çalakiyên xwe komploya navneteweyî val derxin û azadiya Rêber Apo misoger bikin û ev tişt got: "Ez ji navçeya Eyn Îsayê me, îro em jî beşdarî meşa dirêj bûne.  Ji bo azadiya Rêberê Apo çi bê xwestin em amade ne. Em wek jinên ciwan divê xwedî li fikirên Rêber Apo derkevin. Divê em tenê di asta siloganan de nemînin, em bi bi xebatên xwe vê nîşan bidin."