Ji mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî re 5 sal ceza hat dayîn

  • 11:52 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî re 5 sal ceza hate birîn. Birayê Zara, Heybet Mihemedî destnîşan kir ku Zara tenê mamostetiya zimanê kurdî kiriye û wiha got: “Ew cezayên ku bêyî belge û piştrast hatiye nîşandan, tenê ji ber li xwekirina cil û bergên kurdî ku Zara li xwe kirine. Ev biryar jî nîşan dide ku ev ceza ne tenê li Zara hatiye birîn, di heman demê de li Gelê Kurd hatiye birîn.”
 
Zextên rejîma Îranê yên li ser kurdan berdewam dikin. Li gel girtin û binçavkirina kurdan ku li Îranê zêde dibin vê carê jî bi hinceta ku dersa kurdî daye li mamosteya zimanê kurdî Zehra Muhamedî cezayê girtîgehê birî. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê weşand, hat ragihand ku li mamosteya zimanê kurdî Zara Muhamedî ji aliyê 4'emîn Dadgeha Lêpirsînê ya Sîneyê ve 5 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn.  Zara Mihemedî meha Gulana 2019'an bi tawanbariya dayîna dersa zimanê Kurdî, rêxistinkirin semînerên civakî û komkirina hevkariyê ji kesên ziyan ji erdheja Kirmanşanê dîtinê re hate binçavkirin. Di meha Tîrmeha 2020'î de jî ji ber wan tawanbariyan, bi 10 sal zîndanîkirinê hate cezakirin, ev yek  jî ji aliyê kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ve bibû sedema nerazîbûnan.  
 
Der barê biryara nû ya li hember Zarayê, birayê wê Heybet Mihemedî axivî. Heybet wiha got: “6 meh berê 10 sal ceza li Zarayê hatibû birin. Lê niha ev biryar hatiye betalkirin û cezayê wê veguhastine 5 sal cezayê girtîgehê. Di hukma wê de 'Lixwekirina cil û bergên kurdî' û 'çûna ser cenazeyê Celal Melîkşah' heye û ji ber van tawanan ceza lê hatiye birîn. Lê belê, di qanûna Îranê de tu esasê van tiştan nîne. Dadgeha bi navê 'Dîwana Alî' li Îranê dikare hûkmên dadgehên pêşî betal bike. Parêzvanên Zara dixwazin ku serî li wê dadgehê bidin û bi vî awayî biryara cezayê li Zara hatiye birîn bidin betal kirin. “
 
‘Em ji bo Zara li benda piştgiriyê ne’
 
Çalakiya Zara tenê ev e ku mamosteya zimanê kurdî ye. Her wiha li pirgirêkên sirûştî û civakî ku li Rojhîlatê diqewîme wekî lehî, û erdhêjiya Kirmaşanê çalak bûye û alikarî bi xelkên wêderê re kiriye.  Tu xebateke sîyasî nekiriye û tevlî partiyan nebûye. Ew cezayên ku bêyî belge û  piştrast hatiye nîşandan, tenê ji ber li xwekirina cil û bergên kurdî ye. Ev biryar jî nîşan dide ku ev ceza ne tenê li Zara hatiye birîn, di heman demê de li Gelê Kurd hatiye birîn. Ez bang li hemû kurdan dikim ku bi her alavên medya civakî û bi çalakiyên din ên cûr bi cûr piştgiriya Zarayê bidin. Em ji bo Zara li  benda piştgiriyê ne.”