Çalakiya Şengaliyan a ‘Em hemû asayîş in’ didome

  • 10:29 14 Sibat 2021
  • Rojane
  
ŞENGAL - Çalakiya şêniyên Şengalê ya li dijî peymana di navbera Hewlêr û Baxdayê de ku ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê hatibû destpêkirin 75 roj li pey xwe hiştin.
 
Şêniyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
 
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 75’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve berdewam dike.
 
Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şêniyên Şengalê diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.