Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yî de ye
- 10:08 14 Sibat 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja 80'yî de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 16'an di roja 80'yî de didome.