Jinên elewî yên Gimgimê: Nîşankirina deriyan ne tesadufî ye

  • 09:08 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
MÛŞ - Li Yalovayê deriyên 5 malbatên elewiyan hatin nîşankirin û jinên elewî derbarê mijarê de gotin nîşankirina deriyan nîşaneya komkujiyê ye, nîşankirina deriyan ne tesadufî ye.
 
Elewiyên li Tirkiyeyê her tim dibin hedef, jiyana wan ne di ewlehiyê de ye û zimanê desthilatdariyê jî her tim ji êrîşan re zemînê amade dike. Desthilatdarî di çapemeniyê de her tim cudahiyan hedef digire û mînak a herî dawiyê  jî li Yalowayê li taxa Baglarbaşi bi nîşankirina deriyên 5 malbatên elewî hat jiyîn. Hema hema li her derê Tirkiyeyê ewlehiya canê elewiyan tune û gotinên nîjadperest elewiyan dike fikaran. Ji jinên elewî yên li Gimgim a Mûşê dijîn, Tuna Han û hevseroka HDP’a Gimgimê Ayten Firat bertek nîşanê rewşê dan.
 
‘Her tim zext û şîdet pêk hatiye’
 
Ayten da zanîn ku di dîrokê de elewî her tim bi şîdet û zextan re rûbirû mane û Elewiyan pisgirêkên xwe di nav xwe de çareser kirine û tu car hewce bi dewletê nedîtine û û got: “Ji ber vê her tim zext li elewiyan hat kirin. Em biçûk bûn navbera elewî û suniyan de pevçûn hebûn. Pevçûn jî ji ber vê pergalê bû. Wê demê em dianîn li hemberî hevdû. Îro jî heman tişt heye. Ji ber vê jî li Yalovayê pergal hinek tiştan ferz dike. Elewiyan tu car serî netewandiye. Her tim însiyatîfa xwe bikar anîne.”
 
‘Ev nîşaneya komkujiye ye’
 
Aytenê destnîşan kir ku her pergalê elewî bikar aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov komkujiyan li ber çavan bigirin, ev nîşan dide ku elewî tu car teslîm nebûne. Pergal dixwaze elewiyan bipelçiqîne. Ji ber vê tehdîda girtina Mala Cemê dike, deriyên wan nîşan dike. Ger ku hîna derî bê nîşankirin ev nîşaneya komkujiyekê ye. Tiştên îro tên kirin ne tesadufî ye. Rejîma yek mêrî dibêje bila her kes ji me be. Ji ber vê jî yekane çare têkoşîne. Ne tenê elewî, ewlehiya canê tu kesî tune.”
 
‘Heta ev desthialtdarî hebe wê ev bidomin’
 
Tuna Han jî destnîşan kir ku hikûmet ji bilî xwe cudahiyekê naxwaze û ji ber vê jî gotinên nîjadperest zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Me li dijî polîtîkayên îfşakirinê tu car serî netewand. Wek jin û wek dayikekê dixwazim ev demildest bi dawî be. Ev polîtîkayeke qirêj ya mirov bi hev şikestinê ye. Divê wisa nebe. Divê ne tenê Elewî hemû kes li dijî vê bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Ger bêdengî hebe jî wê ev tiştên wisa bidomin. Divê her kes bizane ku mafê Elewiyan heye ku li vî welatî bijîn. Bila her kes fêm bike. Di vê mijarê de divê her kes tiştekî bike.”