Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Tecrîd berdewamiya komployê ye

  • 09:07 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
SÊRT - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin: "Tecrîd berdewamiya komployeyê û 15'ê Sibatê ji bo gelê me rojek reş e. Lê divê bê zanîn ku tecrîd dê bi berxwedana gel bê rakirin."
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Grevên birçîbûnê yên girtiyan, yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê û ya Yewnanîstanê bê navber didomin. Sibêhê jî salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê derbarê komploya navneteweyî û tecrîdê de nêrînê xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Li hemberî tevahiya gelê me tecrîdek heye' 
 
Wetha Kaçar, di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Em tecrîda heyî şermezar kirin. Dewlet destûrê nade ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Ocalan serokê 40 mîlyon kurdan e. Ev 22 sal in serokê me li Îmraliyê ye. Bi zanebûn tecrîdê giran dikin. 15'ê Sibatê ji bo me rojek reş e. Daxwazek tenê ya serok û Gelê Kurd heye û ew jî aştiyeke mayînde ye. Divê baş bizanin çi dikin bila bikin em ê daxwazên xwe bînin ziman. Em ji tenduristiya wî gelek bifikarin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê li ser vî rêya heqîqetê bin. Hikûmeta tirk tu carî çareseriyê naxweze û ji ber vê jî tecrîdê giran dikin. Ev tecrîd ne tenê li hemberî serokê me li hemberî tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Tecrîda îro tê wateya berdewamiya komployê. ”
 
‘Dewlet tu carî azadiyê naxwaze' 
 
Kumrî Kaçar, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: "Piştî komployê tecrîd hat girankirin. Malbat nikarin biçin hevdîtinê. Êdî hêza hikûmeta Tirkiyeyê ne maye. Ji ber ber vê jî tenê êrişan dike. Li dijî aştiyê tecrîd tê girankirin. Îktîdar bi salane bi êrişên li hemberî kurdan xwe li ser piyan dihêlin. Dewlet tu carî azadiyê naxwaze."
 
‘Ev tecrîd dê bi berxwedana gelê bê rakirin’
 
Maşallah Işik Arslan jî diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo wan “Roja reş” e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev roja reş ji bo me gelek giran tê. Heta serok azad nebe dê ev roj tim ji me re reş be. Serok îro serokê 40 mîlyona ye. Divê Gelê Kurd xwedî li serokê xwe derkevin. Piştî komployê îro li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin. Ew bi salane di girtîgehê de ye û li hemberî wî tecrîd tê meşandin. Tecrîd dê bi berxwedana Gelê Kurd bê rakirin. Her wiha niha li girtîgehan greva birçîbûnê heye û divê daxwazên girtiyan demildest bînin cih. Beriya ku rewş li girtîgehan giran bibe divê gav bên avêtin. Em ê heta dawiyê daxwazên xwe bînin ziman."