Remziya Mihmed: Bersiva li dijî komployê mezinkirina tekoşînê ye

  • 09:04 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziya Mihmed derbarê 15'ê Sibatê de wiha got: "Em ê her tim proje û meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin da ku em Rêberê xwe û hemû jinan rizgar û azad bikin."
 
Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployek navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dîlgirtin. Di şexsê Rêberê PKK'ê Abddullah Ocalan de xwestin Gelê Kurd qir bikin. Lê belê Gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komplo veguherandin şoreşa azadiyê. Têkildarî mijarê Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed nirxandin kir.
 
'Bi komployê xwestin roja Gelê Kurd tarî bikin' 
 
Remziyeyê komploya navneteweyî wiha nirxand: "Roja 15'ê Sibatê ji bo Gelê Kurd û bi taybet ji bo jinan rojek reş e. Bi komployek navneteweyî Rêberê Gelê Kurd hat dîlgirtin. Bi vê komployê xwestin roja Gelê Kurd tarî bikin û hebûna Gelê Kurd tune bikin. Lê Gelê Kurd qir nebûn, berovajî vê yekê şoreş pêk anîn û navê şoreşê jî kirin şoreşa jinê. Niha tevahî cîhan dizane kurd hene û tune nabin. Rêber Apo ji bo azadiya gelan, wekhevî, demokrasî û hebûna jinê têkoşîn dike. Heta niha jî berxwedana Rêber Apo di Girava Îmraliyê de dom dike. Zindana Îmraliyê ji bo me bû dibistan û çirûska azadiya jinê. Niha jî em hêza xwe ya herî mezin ji fikir û felsefeya Rêber Apo digirin."
 
'Em ê ji bo azadiya jinê têbikoşin'
 
Remziyeyê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê gelek projeyên berbiçav ava kir û wiha domand: "Rêber Apo diyar kir ku heta jin azad nebe, civak jî azad nabe. Rêber Apo ji bo azadiya jinê herdem proje ava kir û herî dawî jî diyar kir ku têkoşîna jinê di nivî de ma û ji vir û şûnde teslîmî jinan dikim. Barê herî mezin Rêber Apo ji bo tevahî jinan girtibû ser milê xwe, loma divê tevahî jin ji bo hebûn û îradeya xwe têbikoşin da ku têkoşîna Rêber Apo ya jinan daye destpêkirin temam bibe. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve rolek sereke di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de lîst. Ji bo em laiqî keda Rêber Apo derkevin em ê ji bo azadiya jinê têbikoşin."
 
Bersiva li dijî komployê mezinkirina tekoşînê ye 
 
Remziyeyê berdewamiya komploya navneteweyî wiha anî ser ziman: "Komploya navneteweyî bi şêwazên cur be cur dewam dike. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî zêde jin tên hedefgirtin, ev yek jî berdewamiya komploya navneteweyî ye. Mînaka herî berbiçav jî dewleta tirk siyasetmedarên jin hedef digire, li Rojava jinên pêşeng qetil dike û li Bakurê Kurdistanê jî digire û dixe zindanan. Ji bo wê divê em wek jin di xeta têkoşînê de israr bikin. Me bi artêşa xwe YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê têk bir û bi hezaran jinên bindest ji tundiyê rizgar kir. Her wiha me ji hemû pêkhateyan jin bi rêxistin kirin û wekheviya gelan ava kir. Ji bo ku em hemû jinan ji bindestî û koletiyê rizgar bikin pêwistiya herî mezin perwerde ye. Dema tundî û êriş li jinekê bê kirin divê hemû jin li ser xwe bin. Em encax dikarin wiha tola tevahî jinan ji desthilatdaran hilînin. Bersiva komployê mezinkirina têkoşînê ye."
 
'Em ê hertim meşa azadiyê dewam bikin'
 
Remziyeyê di dawiya gotina xwe de diyar kir ku wê her tim meşa azadiyê dewam bikin û wiha bi dawî kir: "Em niha derbasî sala 23'yan a komployê dibin. Di van salan de me her ji xwe pirs kir ku me çiqasî xebatên xwe xurt kirine û me çiqasî karibû bibin bersiv ji projeyên Rêber Apo re. Di van salan de gelek êriş li rêxistina jinê hat kirin. Em ê her dem proje û meşa xwe ya azadiyê dewam bikin da ku Rêber Apo rizgar bikin."