Komployê 22 sal li pey xwe hişt: Ji bo Abdullah Ocalan azadî

  • 09:03 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye negihiştiye armanca xwe û got tevî her tiştî fikrên Abdullah Ocalan belav bûne û jinan tu car dest ji daxwaza ‘ji bo Ocalan azadî’ bernedane.
 
Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye de 22 sal derbas bû. Di Sibata 1999’an de Endamên Teşkîlata Îstixtbarata Neteweyî ya Yewnan û Kenyayê, Abdullah Ocalan bi balafirek taybet birin Konsolosiya Yewnan a Naîrobî û di 15’ê Sibata 1999’an de birin Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ji wê rojê şûnde li girtîgeha Îmraliyê tê girtin.
 
Piştî girtina Abdullah Ocalan li gelek bajarên Tirkiyeyê û herêmê çalakî pêk hatin. Gelê Kurd 12’ê Sibatê bi dirûşma ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ wek ‘roja reş’ îlan kirin. Her sal di 15’ê Sibatê de cilên reş tên lixwekirin. Di navbera 1999 û 2003’an de di çalakiyên hatin kirin de gelek kes hatin girtin û bi dehan kes di êrîşan de jiyana we ji dest dan. Her wiha di çarçoveya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ de 63 kesî bedena xwe da ber agir.
 
22 sal in tecrîd li ser Abdullah Ocalan pêk tê û girtî niha dîsa li dijî tecrîdê ji 27’ê Mijdarê de ye di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.
 
‘Wek roja ewil di dilê min de dijî’
 
Guler Bugday di 1996’ande ji Licê ya Amedê ji ber zextên dewletê koçî Stenbolê kir û 22 sal in di Meclîsa Dayikên Aştiyê de têkoşîna aştiyê dide. Guler der barê 15’ê Sibatê de wiha dibêje: “Me bi malbatî ew pêvajo ji nêz ve dişopand. Me nûçe bi baldarî temaşe dikirin. Wê demê qenalên kurd ligel me dernediket. Me ji mala cîranan kablo kişandibû û wisa temaşe dikir. Wan televîzyon bigirta ya me jî diçû. Bi rojan berê digotin rewşa Ocalan ne diyar e. Wê demê nivîs derbas bû û gotin bila gelê Kurd ji bo her tiştî amade be. Em li pêş televizyonê heta nîvê şevê payîn. Me ji cîranan re got televîzyonê negirin ku em temaşe bikin. Em hemû dipan. Ez hinek razam. Kurê min bi girîn hat gazî min kir. Ecevîd daxuyanî dida. Qêrîn ji min çû. Ez wê rojê qet ji bîr nakim. Ew roj ji bo me roja reş e.”
 
‘Tevî berfê em sekinîn’
 
Gulerê daxuyakirin ku piştî 15’ê Sibatê şûnde ew wek dayik hatine gel hev û ji bo pêkanîna aştiyê nîqaş meşandine û wiha pê de çû: “Me însiyatîfa Dayikên Aştiyê ava kir û berpirsyarî me girt ser xwe. 22 sale dayikan her tişt kir. Hîna jî têdikoşin. Ji roja ewil heta niha baweriya xwe ya bi aştiyê winda nekirin. Di seranserê pêvajoyê de me gelek tişt jiya. Dayikên 60-70’ê salî ji aliyê polîsan ve bi erdê re hatin kaşkirin. Di pêvajoya greva birçîbûnê de em kirin binçavan, em kirin wesayîtan û heqeret û dijûn li me kirin. Polîsên jin dijûn dikirin. Dema me ev tişt didît me didît ku em têkoşînek çawa mafdar dimeşînin. Baweriya me hîna jî mezin dibe. Em dibînin ku em bi çi têdikoşin. Carekê me li ber Neteweyên Yekbûyî çalakî pêk anî. Berf dibarî, hewa cemidî bû. Em li wir rûniştin. Em bi saetan sekinîn. Israra me dîtin. Em girtin hundir. Me derdê xwe vegot. Me got bila şer bisekine. Lê nebûn çareserî. Em çûn di bin berf û baranê de sekinîn. Em tevlî meşa Edeletê ya Kemal Kiliçdaroglu da destpêkirin bûn.Me daxwaza xwe anî ziman. Lê hîna jî daxwaza me nehatiye cih.”
 
‘Divê Ocalan êdî di nav gel de be’
 
Gulerê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 22 sal in Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin û êdî dem dema azadiya wî hatiye û wiha pê de çû: “Komplo didome. Ger Abdullah Ocalan azad bibûna wê cîhan aram bibûya.Niha bi mîlyonan kurd ji bo azadiya Ocalan têdikoşe. Divê êdî Ocalan di nav gel de be.”
 
‘Hebûna Ocalan qebûl nakin’
 
Selma Ozturk bi lêv kir ku 15’ê Sibatê ji bo wan roja reş e û got komplo pêvajoyeke ku bandor li gelê kurd dike ye û wiha pê de çû: “Yên herî zêde bi bandor bûn jî jin bûn. Wê demê jinan li eniya pêş li berxwe dida. Em 15’ê Sibatê lanet dikin. Hebûna Ocalan qebûl nakin. Tecrîda pêk anîn ewil li ser jinan pêk tê. Divê Ocalan demildest bê berdan. Wê ew poşman bibin. Çawa Rojava bi destê jinan xilas bû, wê hemû cîhan jî bi destê jinan xilas bibe. Tevî hemû êrîş û tecrîdê fikir û nêrînên Ocalan hîna jî belav dibin. Wê tu car nikaribin pêşî li vê bigirin.”
 
‘Em tawîz nadin’
 
Dayika Aştiyê Kiymet Çoreşoglu jî bertek nîşan da û got dema Abdullah Ocalan hatiye girtin pir zora wê çûye û wiha dawî lê anî: “Bi saya Abdullah Ocalan em mafên xwe hîn bûn. Rojên ku komplo pêk hat me bi hefteyan çalakî pêk anîn. Gelê Kurd li her derê rabû ser piyan. Ji bo Ocalan bê berdan çalakî hatin kirin. Em ji bo Ocalan azadiyê dixwazin. Me rojekê dest ji daxwaza xwe berneda. Berê ji bo me kurdan digotin 'terorîst'. Me nizanibû 'terorîst' çi ye. Piştre têkoşînê dest pê kir û Newroz pêk hatin, 8’ê Adarê pêk hat. Me êdî her tişt fêm kir. Em ê tu car ji kurdbûna xwe jî tawîzê nedin.”