Jinên Ereb: Rêber Apo ji me re bû nîşaneya azadiyê

  • 09:01 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Endam û Rêveberên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar kirin û ev tişt gotin: "Weke jinên ereb em ji Rêber Apo hêza herî mezin digirin û ji me re bû nîşaneya azadiyê. Em her dem azadiya Rêber Apo dixwazin û em ê wî ji zindana Îmraliyê rizgar bikin." 
 
Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate dîlgirtin û ev bû 22 sal in di Girava Îmraliyê de li berxwe dide. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava civaka ereban de jî fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bû. Têkildarî komploya naventeweyî de endam û rêveberên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê nêrîna xwe parve kirin. 
 
'Fikir û felsefeya Rêber Apo di nava civakê de dijî'
 
Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Necah Hisên dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Jinên ereb beriya ku fikir û felsefeya Rêber Apo nas bikin, tenê ji bo anîna zarokan, xwedîkirina malbatê û birêvebirina malê dihatin nasîn. Jin ji hemû mafên xwe yên jiyanê hatibûn dûrxistin. Her wiha nêrîna wan a siyasî tune bû, tenê mêr çi bibêje ew bû. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê em bi şoreşê re ketin wê ferqê ku mafê jinê jî heye. Ji ber Rêber Apo da zanîn ku azadiya civakê bi azadiya jinê gengaz e. Rêber Apo di encama komploya navneteweyî de hate dîlgirtin, lê fikir û felsefeya wî ya azad her dijî û bandor li me jî kir. Dewletên navneteweyî xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo fikir û felsefeya wî di nava civakê de biçewisînin, lê civak zêdetir bi fikrê wî ve hate girêdan. Em bang li dewletên ku dibêjin em xwedî li mafê mirovan derkdikevin dikin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin û ji zîndana Îmraliyê rizgar bibe."
 
'Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ji tariyê derketin ronahiyê'  
 
Leyla Seîd roja 15'ê Sibatê bi tundî şermezar kir û wiha domand: "Roja dîlgirtina Rêber Apo em bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo ji hemû jinan re bû îlham û em îro bi saya fikir û felsefaya wî bûn xwedî hebûn û îrade. Rêber Apo bi fikrê xwe yê azad jin û civak azad kir. Rêber Apo dibe ku îro di girtîgehê de be, lê bi pirtûkên xwe me bi rê ve dibe. Bi pirtûkên wî em ji taritiyê derketin ronahiyê. Banga me ji saziyên mafê mirovan re heye ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi dawî bikin."
 
'Rêber Apo ji me re bû nîşaneya azadiyê'
 
Her wiha ji Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a Şehbayê ya navçeya Fafînê Emenî Abdullah jî wiha got: "Em salvegera 22'yemîn ya dîlgirtina Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Destpêkê me jiyana xwe bê armanc didomand, lê piştî ku me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir, me mafê xwe di jiyanê de nas kir.  Ji bo ku em azadiya tevahî jinên ku rastî tundiyê tên bixwazin armanca me çêbû. Weke jinên ereb em ji Rêber Apo hêza herî mezin digirin û ji me re bû nîşaneya azadiyê. Em her dem azadiya Rêber Apo dixwazin û em ê wî ji zindana Îmraliyê rizgar bikin."