ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 14 Sibat 2021
  • Rojev
 
*Endam û Rêveberên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar kirin û ev tişt gotin: "Weke jinên ereb em ji Rêber Apo hêza herî mezin digirin û ji me re bû nîşaneya azadiyê. Em her dem azadiya Rêber Apo dixwazin û em ê wî ji zindana Îmraliyê rizgar bikin." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed derbarê 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got: "Em ê her tim proje û meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin da ku em Rêberê xwe û hemû jinan rizgar û azad bikin." DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê wekê roja reş dinirxîne û wiha dibêje: “Di 15’ê sibatê de li hemberî Şêx Seîd komplo hat pêşxistin û di 29’ê hezîranê de jî ew bi dar ve kirin.  Ev ne jixweber e, mekanîzmayek ev qas jixweber naxebite. 15’ê sibata 1925’an destpêka qirkirina kurdan e. Ez 15’ê Sibatê ji bo kurdan roja qirkirinê îlan dikim.”
 
*Jinan diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye negihiştiye armanca xwe û got tevî her tiştî fikrên Abdullah Ocalan belav bûne û jinan tu car dest ji daxwaza ‘ji bo Ocalan azadî’ bernedane.
 
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin: "Tecrîd berdewamiya komployeyê û 15'ê Sibatê ji bo gelê me rojek reş e. Lê divê bê zanîn ku tecrîd dê bi berxwedana gel bê rakirin." BI DÎMEN 
 
*Li Yalovayê deriyên 5 malbatên elewiyan hatin nîşankirin û jinên elewî derbarê mijarê de gotin nîşankirina deriyan nîşaneya komkujiyê ye, nîşankirina deriyan ne tesadufî ye. BI DÎMEN 
 
* pêşengeha li Qamişloyê di roja 3yemîn de berdewam dike ( 11.00)
 
 *TEV-DEM li Qamişlo daxuyanî dide 13.00)
 
*Meşa ciwanan ji bo 15'ê  Sibatê (16.00)
 
*Meş li dijî komployê (12.00)
 
*Keskesora Alan ji bo zarokan li Kobanê bi merasîmekê perwerdê dide destpêkirin (11.00)
 
*Bi minasebeta 15'ê Sibatê dar tên çandin (10.00)
 
*Cejna pexunê ya êzidiyan (12.00)
 
*Li Şehbayê Kongreya Star Şehbayê li dijî komployê daxuyaniyê dide (11.00)