‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’

  • 08:55 14 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê bi meşekî meşeleyî komploya navdewletî ya ku li li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar kirin.
 
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) bi meşeke meşeleyî komploya navnetweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar kirin. Meş ji ber deriya Avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta Navenda Çand û Hunerê Mexmûrê dewam kir. Piştî meşê daxuyanî li  NÇM'ê hat dayîn. Beriya daxuyanî dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Xwendevanên Azad ya Wargeha Mexmûrê Ciwana Gûneş ve hat xwendin.
 
Daxuyaniyî wiha ye: 
 
“Em Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku herî zêde dixweze pêşeroja me, hêviya me, îradeya me bişkînê û hebûna me  ji holê rabike lanet dikin. Em dikevin 22’yemîn salvegera Komploya Navnetewî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêber Apo hatî pêk anîn. Em vê dîroka qirkirinê, roja reş ya ku di kesayeta Rêbertiya me de li hemberî hemû gelê me û herî zêde jî li hemberî ciwanan hatiye pêşxistin ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.
 
Em dubare komploya 15’ê Sibatê ya ku li hemberî mîmarê hêviyê, pêşeroja jiyana jin û xortên ciwan Rêber Apo û li hemberî vîna azad jiyana me hatiye pêk anîn lanet dikin. Em destpêkê çalakvanên ku di 9’ê Cotmehê de bi şîara “Hûn Nikarin Roja me Tarî bikin” li zîndanan di pêşengtiya rêheval Xalît Oral û Aynur Artan de destpêkirine û li derdora Rêbertiya me veguherîne xelekeke  ji agir bi mînnet û rêzdarî bibîrtinin. Ew soza ku me daye wan dubare dikin. Bi hişmendiya, ‘ciwan fedayî yên  Rêber Apo ne’ em bang li ciwanên Kurd û hemû ciwanên cîhanê dikin ku li derdora Rêber Apo yê ku bûye Rêberê gerdûnî yê hemû ciwanan li hev bicivin û ji bo azadiya Rêber Apo pêkbînin bang dikin ku têbikoşin. 
 
Em dest ji têkoşînê bernadin
 
Em dubare bang li yên ku dixwazin pêşeroja me li zinarên Îmraliyê çarmix bikin, yên ku dixwazin me ciwanan di nav tirsê de bifetisînin, yên ku bi tarîkirina roja me re dixwazin me mahkumî tarîtiyê bikin dikin û dibêjin wekî ciwanên Maxmurê, ne berê ne jî îro me bi tu awayî hêviya xwe ya bi Rêbertiya xwe re  winda nekiriye, ji vir û şûn ve jî em destûr nadin ku hêviya me were şikandin. Wekî berê; îro jî em ji meşa xwe ya ber bi pêşeroja azad ya bi Rêbertî û tevgera xwe re venagerin . Sibê na, îro em azadiya Rêbertiya xwe pêkbînin û di nav mirovahiya cîhanê de bi cihê xwe girtinê re biryardariya di Kurdîstaneke azad de jiyankirinê dubare dikin. Di vê wateyê de em diyar dikin ku em ji peywîrên ku dikevin ser milê me re amede ne. 
 
Em amade ne li kêleka têkoşeran cih bigirin
 
Em wekî ciwanên Mexmurê, pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku ji aliyê KCK’ê ve hatiye destpêkirin heta ku em azadiya Rêbertiya xwe pêkbînin bi hemû hêza xwe ji her alî ve tevlîbûna wê, pêşêngtiya wê û bi fedayiyane rêvebirina wê em ê bimeşînin. Bi taybetî em diyar dikin ku di demeke wiha de li hemberî dewleta Tirk ya faşîst a dagirker ku li Garê êrîşî gerîla dike, em amedene ku di kêleka gerîlayên azadiyê de cih bigirin, em biryardarî û îradeya xwe careke din dubare dikin ku bi gerîla re heta ku em dagirkeran ji ser xaka Kurdîstanê biqewitînin em ê têbikoşin. Em careke din tînin ziman ku bîryardariya me a li hemberî komplogeran, dagirkeran, îxanetkaran û her cure paşverûtiyên ku li ser mirovahiyê û bi taybetî li ser me ciwanan tê kirin têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin û biserkevin.”
 
Piştî daxuyaniyê derbarê komploya 15’ê Sibatê de sînevîziyonek hat nîşandan û daxuyanî bi duruşma “Bimre îxanet û hevkarî”, “Bimre Komplogerî” , “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.