Pêşengeha ciwanan di roja duyemîn de dewam dike

  • 20:34 13 Sibat 2021
  • Rojane
QAMIŞLO – Pêşengeha Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger,derbarê salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja xwe ya duyem de didome. 
 
 
Bi boneya salvegera Komploya navnetewî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger di 12’ê Sibatê de pêşengeheka wêneyan vekirin, pêşengeh îro di roja xwe ya duyem de dewam dike.  Pêşengeh li parka Avêsta ya bajarê Qamişloyê hatiye çêkirin û têde wêne û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin. Di roja duyem de şêniyên Qamişloyê û dayikên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtine tevlî pêşengehê bûn. 
 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dayika bi navê Henîfe Hisên ku ew jî yek jinên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtiye axaftin kir û ev tişt got: “Di sala 1984’an de xeta Tevgera Azadiyê baş hate naskirin, ez jî bi siûd bûm ku vê derfetê qezenc bikim. Bi vê fikra azad em weke jin bûn xwedî hebûn û nasname.  Rêber Apo bi rêxistina jinê bawer e ji bo wê girîngiyê dide perwerde û xebatê jinê. Em jî heya dawiyê têkoşîna xwe bilind bikin û komploya ser Rêber Apo vala derbixin.”
 
 
Piştî axaftinê sînevizyonek derbarê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin. Pêşengeh wê sibe xebatên xwe bi dawî bike.