Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê derbarê hevpeymana Sîdawê de panel li dar xist

  • 16:55 13 Sibat 2021
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê derbarê hevpeymana Sîdawê ya rakirina hemû cureyên cudahiya li ser jinê, panelek li dar xist. 
 
Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê derbarê hevpeymana Sîdawê ya rakirina hemû cureyên cûdahiya li ser jinê, panelek li dar xist. Panel li navenda Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ya taxa Kornîş li Qamişloyê bi tevlîbûna endam û rêveberiyên sazî û rêxistinên jinan hate çêkirin. Panel ji aliyê Endama Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Leyla Bîco ve hat birêvebirin.
 
Di destpêkê de Leyla derbarê hevpeymana Sîdawê de hin xalên binghîn şîrove kir û ev tişt got: “Di 18’ê Çileya sala 1979’an de Navenda Netewên Yekbûyî (UN) bi armanca pêkanîna wekheviya di navbera herdu zayindan de gaveke mezin avêtin û hevpeymana Sîdawê erê kirin. Hevpeymana Sîdaw ji 30 xalên bingehîn pêk tê û tê de jin li mafê xwe digere. Xalên bingehîn û sereke yên vê hevpeymanê ku pêwîst e jin weke zayendeke xwedî hebûn mafê xwe mafên wê û yê mer wek hev bin. Divê jin bikaribin tevlî hemû rêxistin, çalakiyên jiyanî, siyasî bibin û bi taybet mafê jinê di aliyê xwendin û zanekirinê bê dayin.  Her wiha mafê hemû jinan heye ku bi xwe karê xwe diyar bikin û têde bixebitin. Ev hemû jî bi awayekî zagonî di hevpeymanê de hatine nivîsandin û ji aliyê hemû dewletan li ser hatiye erêkirin.”
 
Paşê hin mînakên ku xalên  bingehîn yê Hevpeymana Sîdawê destnîşan dike bi riya sînevizyonekê hate pêşandan. 
 
Di dawiyê de jî jinan nîqaş li ser mafê jinê, asta ku îro gihaştiyê û destkeftiyên jinan a di civakê de nîqaş kirin.