Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê 58 roj in didome

  • 16:08 13 Sibat 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve hat destpêkirin di roja 58’an de dewam dike. Çalakvan Ferîde Tekîn, diyar kir ku dê têkoşîna xwe mezin bikin û got: "Ji destpêka dîrokê û heta niha her du çem hebûne, çemekê berxwedanê ye û çemekê îxanetê ye. Roja ku em dijîn ew berxwedan û têkoşîna heye û her diçe mezin dibe û bi hêz dibe."
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi koma 29’emîn re di roja 58’an de dewam dike.
 
Çalakvana bi navê Ferîde Tekîn derbarê çalakiya greva birçîbûnê de wiha ji ajansa me re axivî û got: “Di serî em berxwedana û têkoşîna Garê silav dikin. Em di meha sibatê de ne ku weke Gelê Kurd ev mehekê reş e. Tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî Gelê Kurd tê meşandin ev 22 salên xwe tije dike, em dikevin 23’yemîn. Em jî weke Gelê Kurd dibêjin ku ev 23’yemîn salvegera komploya navdewletî, em ê bikin sala serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. 
 
Ji destpêka dîrokê û heta niha her du çem hebûne, çemekê berxwedanê ye û çemekê îxanetê ye. Roja ku em jiyan dikin ew berxwedanî û têkoşîna heyî her roja ku diçe mezin dibe û bi hêz dibe. Ev jî bi saya felsefeya Rêber Apo û berxwedana girtiyên zîndanê û Gelê Kurd gihaye vê astê. Em jî weke çalakvan ew ruhê ku bi têkoşîn û berxwedanê çêbûyî û bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî tacîdar bikin. Heta ku em azadiya Rêber Apo bi dest nexînin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Bi kevirên Kurdistanê jî mabe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Teqez em ê azadiya rêber Apo ya fîzîkî bi dest bixin.
 
Bangewaziya me ji tevahî jin û ciwanên Kurdistanê ew ku em xwedî li erk û berpirsiyartiya xwe derbikevin. Li ser vê esasê pêwîste em bibin yek ruh û vê tecrîdê bişkînin û em ê azadiya Rêber Apo bi cih bînin. Di heman demê de banga me ji bo tevahî dostên Gelê Kurd ew e ku li gel me bibin yek deng da ku em vê tecrîdê bişkînin û rêber Apo azad bikin.” 
 
Her roj şêniyên wargehê çalakvanan ziyaret dikin û çalakvan bi stranên xwe ve çalakiya xwe dewlemend dikin.