'Li dijî dagirkeran em ê têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 14:17 13 Sibat 2021
  • Rojane
KOBANÊ- Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê, êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser qadên Parastina Medyayê bi daxuyaniyeke şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Li dijî hemû êrîşên dewleta tirk û hevalbendên wê em ê nîşana serkeftinê bilin bikin."
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser qadên Parastina Medyayê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Jina Azad bi tevlîbûna Malbatên Şehîdan yên Kobanê hate dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Hiço ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Dewleta tirk bi hevkariya pêşmergên mala Berezanî wekî her car êrîşî qadên Parastina Medyayê dikin.  Xeta îxanetê ji aliyê mala Berezanî ve careke din xwe dide pêş.  Di her şoreşeke Kurdistanê de mala Berzanî hertim bi dijminên kurdan re dibin yek û ji bo şoreşê têk bibe bi dijmin re her di nava hevkariyê de ne. 
 
Bi erêkirina mala Berzanî, rojane dewleta tirk bi balafiran êrîşî qadên Parastina Medyayê û gelê Başurê Kurdistanê dike. Li beramberî van êrîşan gel li dijî dewleta tirk û hevkarên wê serî hildidin û xeta têkoşînê didomînin. Li dijî van êrîşan gel bi yek helwestê dibêjin em şerê îxanetê qebûl nakin û li beramberî îxanetkaran em ê nîşana serkeftinê bilind bikin.
 
Li Kobanê wekî dayikên şehîdan em dibêjin Gêrîlayên ku îro li çiyayê Garê li beramberî artêşa dewleta tirk li ber xwe didin, ew jî zarokên me ne.  Ew ji bo Kurdistanê û rûmeta Gelê Kurd têkoşîn dikin. Em ê li hemberî îxanetê têkoşîn bikin û xeta îxanetê tune bikin. Bila Gelê Kurd hişyar bin û bizanibin ku dijminên me bi armanca qirkirina me tevger dikin.  Îro êrîş li ser qadên Parastina Medyayê ne,  wê sibehê li ser Hewlêr û Şengalê jî be. Em banga li hemû gelê azadîxwaz dikin ku li beramberî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bisekin. Divê em bi yek helwestê li dijî dagirkeran bisekin û herêmên xwe rizgar bikin. " 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.