Li Serêkaniyê bi komî tecawiz li jinekê hat kirin

  • 14:01 13 Sibat 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku li Serêkaniya di bin êrişa dewleta tirk de ye bi komî tecawiz li jinekê hatiye kirin. 
 
TSK, OSO û MSO bi hev re di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dabûn destpêkirin. Bi tang, top û balafirên şer bajar bombe kiribûn. Di şer de bi sedan mirov hatin kuştin û bi sed hezeran mirov ji bajêr koç kirin. Dagirkeriya bajarê Serêkaniyê hêj didome. Hêj mirov tên kuştin û revandin. Dîsa komên çekdar ên girêdayî TSK'ê dest avêtin jineke Ereb. Çalakvanan li ser malperên tevna civakî wêneyê jineke Ereb bi navê Ruqeye El-Bair belav kir û piştrast kirin ku endamên beşa istixbaratê ya Polîsa Leşkerî yên girêdayî TSK'ê ne, li bajarê Serêkaniyê dest avêtine jineke Ereb. Hat diyarkirin ku bi komî tecawiz li Ruqeye El-Bair hat kirin
 
Li gorî çalakvanan, Ruqeye ji hêla istixbarata leşkerî ya Tirkiyeyê ve hatiye revandin û çeteyên bi navên Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd dest avêtine wê. Çalakvanan bi bîr xistin ku Sedûn Qeytûn ji gundewarên Idlibê û endamê istixbarata Polîsa Leşkerî ye. Ebdulrezaq jî ji Dêrazorê ye û endamê beşa erkên taybet a polîsên Serêkaniyê ye.