Xizmên girtiyan: Ger tişt bi zarokên me bê berpirsiyar hikûmet e

  • 09:04 8 Sibat 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
SÊRT- Xizmên girtiyan bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û gotin ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsiyar hikûmet e û bang xwedîderketinê li gel kirin. 
 
Di 27'ê Mijdara 2020'î de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li derve û hundir dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li derve jî xizmên girtiyan û gel ji bo ku daxwaz bên qebûlkirin bang dikin û çalakiyan li dar dixin.
 
Xizmên girtiyan ên Sêrtê, têkildarî grevên birçîbûnê axivîn, gotin ku ew li pişt xizmên xwe ne û heta ku daxwaz bên qebûkiriin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   
 
‘Em naxwazin girtî zerarê bibînin’
 
Alya Gûçlû ya ku hevjînê wê Hûseyîn Gûçlû di Girtîgeha tîpa T  Şakrana Îzmîrê  de tê girtin û 27 salin girtî ye ku 60 sal ceza lê hatiye birîn, anî ziman ku ew dixwazin daxwazên girtiyan ên wanin jî û got: “Em naxwazin ku girtî zararê bibînin. Em naxwazin cinazeyên xizmên me di girtîgehan de derbikevin. Bila xizmên me û zarokên me berdin. hevjînê min 27 salin di girtîgehê de girtî ye. Divê êdî wî berdin. Bila daxwazên girtiyan demildest qebûl bikin. Em mirinê naxwazin. Em dixwazin ku aştî û azadî çêbibe. Em dixwazin wekhevî bê avakirin. Bi sedan girtî di girtîgehan de bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em nizanin ku demên pêşiyê de rewş dê çawa be. Ji ber ku ew dest bi greva birçîbûnê de ne em jî di fikara wan de ne. Îro wan dest bi greva birçîbûnê kirine û me jî bedena xwe daye ber greva birçîbûnê. Îro dema wan bedena xwe dane ber birçîbûnê em çawa dikarin bêdeng bibînin. Divê hikûmet daxwazên girtiyan bi cih bîne. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî jî bên berdan.”
 
‘Ev du carin dikeve greva birçîbûnê’
 
Alya, berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber hikûmet daxwazên girtiyan bi cih nayne girtî jî bedena xwe didin ber birçîbûnê û axivî: “ Hikûmet gûh nade daxwazên girtiyan. Zilmê li wan dikin. Hevjînê min dema Leyla Gûven dest bi greva birçîbûnê kiribû wî jî dest pê kiribû. Ji ber demekî dirêj greva birçîbûnê de ma nexweşî jê peyda bûn. Boriya wî ya xwarinê  kûl bûye û nikare xwarinê bixwe. Ev du carin dikeve grevê. Dema ku şewb belav bû Ewropayê girtî berdan. Lê li Tirkiyê girtiyên edlî hatin berdan û yên siyasî hemû girtî man. Ev nêzî salekê ye ez neçûme hevdîna hevjînê xwe. Ji ber ku dûre ez nikarim biçim hevdîtinê. Ji bo greva birçîbûnê bi dawî bibe divê divê her kes bikeve tevgerê. Kesên bêdeng bimîne wê wicanê wan ne rehet be.  Em bêdeng namînin. Bila her kes dengê girtiyan bibihîze. ”
 
‘Em naxwazin tiştek bi zarokên me bê’
 
Dayika Firat Batur ê di Girtîgeha Wanê de ye û 6 sal in girtî ye, Fatim Batur jî destnîşan kir ku hikûmet zilmê  dike û wiha pêlda axaftina xwe: “Daxwazên zarokên me yên me ne û divê hikûmet bi cih bîne. Kurê min di girtîgeha Sêrtê de bû û piştre sirgûnê Wanê hat kirin. Piştre carekedin anîn Sêrtê û cara duyem sirgûnê girtîgeha Wanê hat kirin. Niha di girtîgeha Wanê de ye.  Zarokên me ji ber ku daxwazên wan nayên bicihanîn bedena xwe didin ber birçîbûnê. Hikûmet di her aliyî de li ser me kurdan zilmê dike. Zarokên me li dijî zilmê û tecrîda li ser Serok Apo ev çend mehin dest bi greva birçîbûnê kirine. Em bang li hikûmetê dikin ku  daxwazên wan bi cih bîne. Em naxwazin tiştekî bi zarokên me bê.”
 
'Bêdeng nemînin bêdengî mirin e'
 
Fatima, diyar kir ku divê her kes rabe ser piyan û deng bidin dengê girtiyan û wiha domand: “Ger em bêdeng bimînin dê zilma li ser me zêdetir bibe. Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Ji ber vê yekê divê em di çalakiyan de bin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Em bi salan e banga azadî, aştî û wekheviyê dikin. Kurê min ev 6 sal in girtî ye. Ceza hîn lê nehatiye birîn. Doza wî tim tê taloqkirinkirin. Divê hemû kes xwedî li daxwazên girtiyan derkeve. Divê di serî de em dayik rabin  ser piyan. Em bang li hikûmetê dikin ku demildest gavên pêwîst bavêje. Em nikarin biçin hevdîtinê û hevdîtin qedexe ye. Em nizanin ku ji ber çi qedexe ye. Ez bi lawê xwe re tenê bi telefonê diaxivim. Bila tecrîd bi dawî bibe. Ger tecrît bi dawî bibe dê ev zilm û zordarî jî bi dawî bibe. Em zarokên xwe sax dixwazin. Ger tişt bi zarlokên me bê wê dewlet hesap bide.”