'Ji berxwedanê pêve tu rêyeke din tune ye'

  • 09:02 8 Sibat 2021
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Fermandara Meclîsa Leşkerî ya navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê Zenûbiya Esro û Hevseroka Komuna gundê Xeşma yê navçeya Til Temirê Emîna Mihemed, dan zanîn ku ruxmî derfetên kêm pêwîstiyên sivîlan bi cih tînin û wan li dijî êrîşên dewleta tirk tenê rêya berxwedanê hilbijartine. 
 
Piştî destpêkirina şerê li Sûriyê, gelek hêzan destwerdana wê kir ku derfetekê bibînin armancên xwe pêk bînin. Dewleta Tirk û Hêzên Rûsiyê bi rêya gelek hevpeymanan  li hev kirin. Hêzên Rûsiya bajarê Cerablus, Bab, Izaz radestî Tirkiyê kirin. Di vê navberê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li herêmê û cîhanê deng veda. Her wiha şoreşê gelek guhertin û veguhertinên siyasî, dîplomasî û leşkerî jî bi xwe re anîn. Bi şoreşê cara yekê sîstema hevserokatiyê li herêmê hat pêkanîn û bi awayê wekhev jin û mêr cihê xwe di rêveberiyan de girtin. Tişta herî girîng jî ev pergal bû kubala tevahiya cîhanê kişand ser xwe. Li aliyê din jî têkoşîna Şervanên YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku ew têk birin jî bû sedema balkêşiyê. Piştî têkbirina çeteyan şervanan jiyaneke azad û bi rûmet pêşkêşî jinên ereb kirin. Piştî ewqase destkeftiyên ku cîhan matmayî hişt, helbet gurên har jî hebûn ku xwestin êrîşî destkeftiyên şoreşê bikin û ji bo vê jî wekî minak morv dikare dewleta tirk, Rûsiya, Emerîka, Îran û hevalbendên wan bide.
 
Piştî hevpeymana di navbera Hêzên Rûsiya û Tirkiyê de Efrîn di 18'ê Adara 2018'an de hate dagirkirin. Paşê bi hevpeymaneke din a di 9'ê Cometa sala 2019'an de Emerîka rê da Tirkiyê ku êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Li gel berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê şervanên YPJ/QSD'ê jî mixabin Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Piştî ku Tirkiye û Emerîkayê li hev kirin û agirbest hat îlankirin, di 23'ê Cotmeha 2019'an Emerîka ji Tirkieyê xwest ku divê dewleta tirk li gorî bendên li hevkirinê tevbigere. Lê dewleta tirk û komên girêdayî wê ji kêliya yekemîn de agirbest binpê kirin û gelek pêkanînên dijmirovî  li hember sivîlan pêk anîn. Têkildarî vê mijarê ji bo em bêtir rewşa dawî a navçeya Til Temirê, asta kar û xebatên hevserokên komînan ragihînin û girêdana gel bi axê re nas bikin me hevdîtin bi hecseroka Komuna gundê Xeşma yê navçeya Til Temirê Emîna Mihemed û Fermandara Meclisa Leşkerî a Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê Zenûbiya Esro re li ser armanca êrîşan, binpêkirinên mafan ên çeteyên girêdayî dewleta tirk kir.
 
'Agirbest bin pê kirin û stragehên sivîlan topbaran kirin'
 
Zenûbiya da zanîn ku êrîşên dewleta tirk ku ji 9'ê Cotmeha 2019'an de dest pê kirine heta niha jî dewam dikin û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk rêz ji agirbestê re negirt û ji roja yekemîn de agirbest bin pê kir. Vê dewletê û komên girêdayî wê ji roja yekemîn de dest bi êrîş, topbaran û hedefgirtina sivîlan kirin. Di encama van êrîşan de gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Lê em hertim ji bo parastina gelê xwe amade bûn û di tevgerê de bûn."
 
'Leşkerên Rêjîma Sûriyê mewziyên xwe dihêlin'
 
Zenûbiyayê da zanîn ku leşkerên Rêjîma Sûriyê û Rûsiya bi erka xwe ranabin û wiha domand: "Hêzên Rûsiyayê li herêmê li gorî erka xwe tevnagerin û ji êrîşan re nabe bersiv. Tevî ku barageha wê ya li navçeyê gelek caran ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatiye topbarankirin. Demê ku topbaran çêdibin, leşkerên Rêjîma Sûriyê jî parastinê nakiin û berovajî vê mewziyên xwe dihêlin û diçin. Lê em wekî Meclîsa Lekşerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan didin."
 
'Bi hemû cureyên şer êrîş dikin' 
 
Zenûbiyayê di axaftina xwe de êrîşên ku berê herêm û gelê xirîstiyan bi wan re rû bi rû mane bi bîr xistin û wiha pêde çû: "Di sala 1915-1917'an de dewleta Osmanî Gelê Ermen di komkujiya Sêfoyê re derbas kir û di encama wê de milyonek zêdetir ji ermen û aşûriyan hatin qetilkirin. Her wiha DAIŞ'ê  jî di 23'ê Sibata 2015'an de li ser gundewarên navçeya Til Temirê, bû sedema revandina jinên aşûrî û firotina wan, ev êrîş di dîroka Gelê Aşûrî de wekî rojeke reş cih girtiye. Heman êrîş û komkujî dîsa dubare dibin, lê bi reng û çekê nû û pêşketî. Xeteriyeke pir cidî li ser Gelê xirîstiyan li herêmê heye. Bi hemû cureyên şer êrîş dikin.  Ji bo em dîrok, şaristanî û hebûna xwe winda nekin, me weke gelê xirîstiyan xwe bi çek kiriye. Li hember êrîşên ku hebûna me dixe xeteriyê, em li ber xwe didin. Neviyên Xirîstiyanan îro xewna dapîr û bapîrên xwe pêk tînin û rê nadin ku dîsa di qetilaman re bên derbaskirin."
 
'Armanc girtina rêya stiratîjîk ya M4'ê ye'
 
Zenûbiya destnîşan kir ku rêya M4'ê ji riyên herî stiratîjîk di Sûriyê de ye û dewleta tirk dixwaze wê riyê bigire û ev tişt got: "Rêya M4'ê di aliyê stiratîjîk de yek ji ew rêyên pir girîng e û her hêzek dixwaze wê bike bin kontrola xwe. Hêza ku vê rêyê bixe bin kontrola xwe, dikare di lihevkirin û diyalogên ku çêdibin de bi bandor be. Di heman wextê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herî zêde vê rêyê bi kar tînin. Ji ber vê dewleta tirk dixwaze vê rêyê bixe bin kontrola xwe û ji bo vê gelek qetilaman pêk bîne. Ji bo em bikaribin dîrok û axa xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin, pêwîst e gel jî zêdetir li ber xwe bidin. Em ê heta dawî li kêleka gelên xwe bin û nehêlin ku bên qirkirin."
 
Hevseroka Komîna gundê Xeşma ku girêdaî navçeya Tilt Temirê ye Emîna Mihemed asta bicihanîna pêdiviyên sivîlan vegot. 
 
'Sedema zehmetiyên tên kişandin dagirkerî ye' 
 
Emîna bal kişand ser zehmetiyên ku gel dikişîne   û wiha bilêv kir: "Sedema pirsgirêka nan, av, ceryan û pêdiviyên jiyanî, dagirkeriya ku dewleta tirk û polîtîkayên ku li dijî gelê herêmê tên pêkanîn e. Berî dagirkeriyê, wekî komîn me her ji 3 rojan carekê nan li sivîlan belav dikir, lê niha her heftiyê carekê 35 kîs nan ji bo 50 malbatî tê. Di heman wextê de jî 20 roj in ava şêrîn hatiye qutkirin, sivîl ava tehil ji bo pêwîtiyên xwe bi kar tînin. Dema ku nan tune be, sivîl bi çêkirina nîsk û birincê pêwistiyên xwe bi cih tînin. Ruxmî ku di rewşên pir dijwar û zehmet re em derbas bûn, lê şêniyan dest ji mala xwe ber nedan. Ji ber ku ceryan tune ye, gel nikarin avê ji bîrê derînin û bi depoyan avê ji bîrê dikşînin."
 
'Em jî şervan û parêzvanên axa xwe ne' 
 
Emîna bal kişand ser armanca êrîşan û wiha dom kir: "Dewleta tirk bi êrîşên li ser herêmê pêk tîne, dixwaze ku em axa xwe terk bikin. Armanc dagirkirina axa me bicihkirina malbatên çeteyên xwe ser axa me ye û guhertineke demografîk e. Ruxmî ku sivîl gelan ewqas êş kişandin jî, lê bi sekna xwe peyama berxwedanê  didin. Em jî şervan û parêzvanên axa xwe ne."
 
'Axa min rûmeta min e, ez dest jê ber nadim'
 
Erna Mihemed El-Faris jî zehmetiyên ku dikşîne rave kir û peyama xwe wiha da: "Em xwarina xwe li ser agir çêdikin, ji ber ku tûpê gazê ji me re nayên. Teniya destê min jî rastiya gotina min vedibêje. Li aliyekî jî bi toperana ku dikin êrîşî me tê kirin. 15 pezê min hene, em wan bi zehmetî xwedî dikin û êm ê wan peyda dikin, êm jî buha bûye û êdî nayê kirîn. Ruxmî wê jî ez dest ji mala xwe ber nadim. Ez ê çawa dest ji mala xwe berdim û radestî kesên ku têde newestiyan e û xwêdana eniya wan lê nerijiyaye bikim. Axa me rûmeta me ye, ne hêsane ku em axa xwe terik bikin. Ez bi hêviya wê mizgîniyê dijîm ku çeteyên dewleta tirk ji axa me derkevin. Ev der axa me ye."