ROJEVA 8'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 8 Sibat 2021
  • Rojev
*Ayten Yaşar ku hewl tê dayîn malbata wê bi tirs û çewisandinê bixin bin tecrîdê da zanîn ku divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. DÎMEN HEYE
 
*Fermandara Meclîsa Leşkerî ya navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê Zenûbiya Esro û Hevseroka Komuna gundê Xeşma yê navçeya Til Temirê Emîna Mihemed, dan zanîn ku ruxmî derfetên kêm pêwîstiyên sivîlan bi cih tînin û wan li dijî êrîşên dewleta tirk tenê rêya berxwedanê hilbijartine. DÎMEN HEYE
 
*Xizmên girtiyan bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û gotin ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsiyar hikûmet e û bang xwedîderketinê li gel kirin. DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Civaknas Neslîha Şedal diyar kir ku li Cîhanê û welêt kaos û krîz her ku diçe giran dibe û wiha got: “Em li dijî tacîz, tecawiz, kuştin, şîdetê, wekhevî, demokrasî û jiyanek azad diparêzin. Em wek TJA hêza xwe ji civaka ‘Dayiksalar’ digirin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Amedê Hanîfe Kardaş, der barê xala Kod 29 a ku hincet tê nîşandan û karker ji kar tên derxistin de axivî û got: “Hinceteke vê xalê heye; dixwazin karkeran bi nanê wan terbiye bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hat diyarkirin ku gumanbar Huseyîn Oruç ê Pelda Karaduman qetil kiriye, ji sûcê destdirêjiyê berat kiriye. Parêzer Merva Demîrcan diyar kir ku Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê îtîrazî vê biryarê kiriye.
 
*Bertekên jinan a li dijî hevpeymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê ya ku derbarê Şengalê de hatî îmzekirin didomin. Meyan Nasir diyar kir ku niha amadekariya êrişan dikin lê em natirsin û tu carî jî bêdeng nabin. Endama TAJÊ Neam Bedel jî da zanîn dê li dijî her planên li hemberî Şengalê dê têkoşîna bidomînin.  BI DÎMEN