Komxebata xwendekarên herêma Firatê bi dawî bû

  • 17:17 7 Sibat 2021
  • Rojane
KOBANÊ- Komxebata xwenedekarên Herêma Firatê ku vê sibehê li dar xistin bi biryarên girîng bi dawî bû.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yekemîn komxebata xwendekarên Herêma Firatê li hola Ronîwar li darxist. Di komxebatê de mijarên wekî nasnameya xwendekarên welatparêz û demokratîk, şerê taybet, çareserî û encam hatin nirxandin. 
 
Piştî nirxandina mijaran xwendekaran girîngiya rêxistinbûnê anîn ziman û teqez kirin ku divê xwendekar bibin hêza guhertin û parastina civakê. Li ser vî bingehî  biryar hatin girtin. 
 
Biryarên hatin girtin wiha ne:
 
*"Bihêzkirina rêxistinbûna xwendekaran.
 
*Li hemberî şerê taybet xurtkirina têkoşînê.
 
*Ji bo zanîngeha Boxazî di 9`ê mehêde daxuyanî dê were dayîn.
 
*Rêxstina tevgera xwendekaran di zanîngeh , peymangeh û dibistanan de wê were rêxstinkirin.
 
*Beşa çandî û zanyarî di zanîngeh, dibistan û peymangehan de wê were avakirin.
 
*Mîhrîcana xwendekaran di Demsala Biharê de wê were li darxistin.
 
*Semîner wê di zanîngeh, dibistan û peymangehan de werin dayîn.
 
*Li dijî kampîtalîzmê wê hemle bên destpêkirin.
 
*Semînerên li ser danasîna xwendevaniyê wê bên dayîn."
 
Komxebat bi dirûrşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.