Şêniyên navçeya Qinê li dijî komploya navneteweyî meşiyan

  • 15:50 7 Sibat 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Şêniyên navçeya Qinê bi dirûşma "Kes nikare roja me tarî bike" komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê bi meşekê girseyî bi dirûşma "Kes nikare roja me tarî bike" li navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê komploya navneteweyî hat şermezarkirin. Bi sedan şêniyên navçeya Qinê beşdarî meşê bûn, di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Jiyana bê Rêber Apo jiyaneke bê wate ye", "Em şehîdên xwe naspêrin axê dispêrin dilê xwe" û "Pêwîste tavilê derbarê rewşa Rêber Apo de agahî were dayin" hatin hildan.
 
 Meş ji pêşiya meclîsa navçeya Qinê dest pê kir û li gundê Degirman bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" , "Jin jiyan azadî" û "Bimre îxanet" hatin berzkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin ji aliyê Endama Kongreya Star ya navçeya Qinê Silava Elo û Endamê Rêveberiya Desteya dispilînê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Salih Nûh ve hatin kirin.
 
'Bi saya keda Rêber Apo em îro aram dijîn'
 
Silava Elo di nava axaftina xwe de teqez kir ku divê cîhan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe ser piyan û wiha got: "Dewletên hegemon dixwazin komploya navneteweyî ku li ser Rêber Apo  dan meşandin, li dijî  jinan jî bidin meşandin û domandina wê jî li ber çavan e ku çawa jinên pêşeng yên li ser fikir û fesefeya Rêber Apo têkoşînê fifin dike. Em ê jî wek Rêxistina Kongreya Star li ser xeta Rêberê xwe bimeşin hete ku em Rêberê xwe azad dikin. Banga min ji tevahî jinan û civakê re heye ku rabin ser piyan û banga azadiya Rêber Apo bikin, ji ber jiyana bê Rêber Apo jiyaneke bê wate ye. Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin."
 
'Fikrê Rêber Apo firkrên aşîtîn e`
 
Salih Nûh  jî balkişand ser armanca komploya navneteweyî û wiha pê de çû: "Dewletên desthiladar di serî de dewleta tirk ku komploya navnetweyî li ser Rêberê me da meşandin, armanca wan ew bû ku fikrên Rêber Apo ji gel bidin qutkirin. Lê wan nizanibû ku Rêber Apo bi milyonan pêşeng li pey xwe hiştin îro fikrên wî di nava cîhanê de belav bûne. Îro ne tenê Gelê Kurd tevahî pêkhate û kesên azadîxwaz li ser fikrên Rêber Apo dimeşin. Îroj tevahî pêkhate Rêber Apo wek Rêberê xwe dibînin."
 
Paşê Ebdgenî Xelîl bi zimanê Erebî helbestek diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. 
 
Meş bi dirûşma"Bê Serok jiyan nebe" û "Bijî berxwedana Îmralî" bi dawî bû.