Xwendekarên Efrînê komkujî şermezar kirin!

  • 15:03 7 Sibat 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Bi  armanca rawestandina komkujiyên li ser zarokan ku tên kirin, xwendekarên bajarokê Tel Rifet li Kantona Şehbayê meşek li darxistin.
 
Xwendekarên bajarokêTel Rifet li Kantona Şehbayê bi  armanca rawestandina komkujiyên ku li ser zarokan tê kirin, meşiyan. Meş ji dibistana Şehîd Şaha ya dikeve navenda bajaroka Tel Rifetê bi tevlîbûneke girseyî ji xwendekar û momosteyan dest pê kir û li pêşiya baregeha Rûsiyayê hat rawestandin.  Di meşê de wêneyên kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, her wiha pankartên bi nivîsên "Bi hizir û pênûsa xwe em ê pêşeroja xwe ronî bikin", "Kanî saziyên parastina mafê zarokan", "Na ji qetilkirina zarokan re" hatin hiligirtin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê, daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Rosêl Ebd-El Hemîd ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Ji Efrînê û heta Şehbayê hêzên rûs di bin navê çavdêriya parastina navneteweyî de bi cih bûne. Di 20'ê Çileya 2018'an de, her wiha 2'ê Kanûna 2019'an û herî dawî di Çileya 2021'ê de dewleta tirk li ser zarokên Efrînê komkujî pêk anî.  Di encamê de gelek zarok hatin qetilkirin. Em xwendekarên Efrînê, weke hemû kesî mafê me ye ku em aram bijîn û li dibistanên xwe de bixwînin. Em şer û komkujiyan naxwazin, em dixwazin bixwînin û pêşeroja xwe ava bikin. Her roj em di encama komkujiyên dewleta tirk de tên qetilkirin. Îro em Efrînî li koçeriyê dijîn em van êrîşên ku zarok di encama wan de tên qetilkirin şermezar dikin.
 
Banga me ji hemu sazî û aliyên peywendîdar re heye ku êdî bila bikevin tevgerê.  Em bêdengiya Rêxistinên mafên zarokan şermezar dikin.” 
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Na ji qetilkirina zarokan re" bi dawî bû.