Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de ye
- 09:09 7 Sibat 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 15'emîn di roja 73'yemîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro bi koma 15'an di roja 73'yemîn de didome.
Girtî di peyamên xwe de diyar dikin ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin.