Girtiya nexweş bi weremê ket!

  • 09:07 7 Sibat 2021
  • Rojane
ŞIRNAK - Girtiya nexweş Tenzîle Acar a ku teşhîsa Hepatît B lê hat danîn her ku diçe rewşa wê girantir dibe. Tenzîle piştî ku herî dawî ji bo kontrolê çû nexweşxanê hat diyarkirin ku bi nexweşiya weremê ketiye. 
 
Girtiya nexweş Tenzîle Acar (23) a ku di 2017'an de li Stenbolê hat binçavkirin û kirin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li girtîgehê teşhîsa Hepatît B lê hatibû danîn. Tenzîle ya ku ji gewriya wê xwîn hat û rakirin nexweşxaneyê, piştî lêkolîna hat kirin derket holê bi nexweşiya weremê ketiye. 
 
Tenzîle berî bi du rojan telefonî dayika xwe Rasmiye Acar kiribû, diyar kiribû ku ji gewriya wê xwîn hatiye, rakirine nexweşxaneyê û hefteyek e di hucreya yek kesî de dimîne. Dayika Rasmiye ji bo keça xwe banga hestiyariyê kir.
 
'Tedawiya keça min nayê kirin'
 
Rasmiye wiha bal kişand ser gotinên Tenzîleyê: "Nexweşiya keça min her ku diçe pêş dikeve. Keça min beriya du rojan bi telefonê li min geriya û ji min re got 'Ji qirika min xwîn tê'.  Beriya çend rojan keça min birine nexweşxaneyê û carekedin şûnde anîne girtîgehê. Keça min ev hefteyeke di hûcreya yek kesî de tê girtin. Ez ji ber nexweşiya keça xwe bifikarim. Rewşa keça min roj bi roj giran dibe. Divê keça min serbest bê berdan. Nexweşiya wê ber bi xirabiyê ve diçe. Qirika wê de xwîn tê û nikare bêhnê bistîne. Keça min kengî bibin nexweşxaneyê dikin yek hûcreyê. Tedawiya keça min nayê kirin.”
 
‘Edalet û hiqûq tuneye’
 
Rasmiye, destnîşan kir ku keça wê li girtîgehê bi mirinê rûbirû hatiye hiştin û wiha domand: “Zarokên me di girtîgehê de terkê mirinê  kirine. Bila keça min Tenzîle û hemû girtiyên nexweş demildest bên tahliyekirin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Bila daxwazên zarokên me bi cih bînin. Zarokên me yên nexweş nikarin di girtîgehê de li xwe binêrin. Bila zarokên me berdin em wan binêrin. Edalet û hiqûq tuneye.”
 
‘Em ê bibin dengê girtiyan' 
 
Rasmiye, bal kişand ser gravên birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo daxwazên wan bi cih bê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Divê daxwazên girtiyan bi cih bînin ku çalakî bi dawî bibe. Em ê bibin dengê girtiyan.”