'Em piştgiriyê didin berxwedana Ayşe Gokkan'

  • 09:01 7 Sibat 2021
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen têkildarî girtina Ayşe Gokkan de wiha got: "Li Bakurê Kurdistanê jinên ku behsa azadî, demokrasî, edalet, wekheviyê dikin û li dijî hişmendiya mêrê serdest serî hildidin tên girtin."
 
Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 28'ê Çileyê de bi hinceta ku Endama Rêxistinê ye hat binçavkirin û li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina wê hat dîtin. Piştre jî hat girtin û ew birin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Amedê.  Ayşe ji ber têkoşîna jinê ya bi salan e dimeşîne 83 caran hatiye binçavkirin û di derbarê wê de 215 doz hatiye vekirin.  Di derbarê girtina Ayşe Gokkan de, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen ji ajansa me re axivî.
 
'Em ê xeta jina azad bişopînin'
 
Hedlê di destpêka axaftina xwe de qala desthiladariya dewleta tirk a li dijî jinan kir û wiha got: "Dewleta tirk demeke dirêj e dest bi girtin û binçavkirina siyasetmedaran kiriye. Bi taybet kesên ku daxwaza azadiyê û mafê xwe dike yek ji wan Ayşe Gokkan e. Gelek caran Ayşe Gokkan rastî binçavkirinê ya ji aliyê dewleta tirk ve hatiye, lê her tim wan dixwestin ku belgeyan di derbarê wê de bigirin, lê tu isbat tune bû. Li Bakurê Kudistanê jinên pergala AKP-MHP'ê napejirînin rastî işkenceyan tên û biryara darizandinê ji bo  wan tê dayin. Ayşe bi xwe Berdevka Tevgera Jina Azad e, jinan bi rêxistin dike, li beramberî wê dewlet naxwaze jin bên perwerdekirin an jî bên rêxistinkirin. Her tim dixwazin jin bêdeng be û serî hilnede, lê li hemû deveran  jin wê destdirêjiyê qebûl nake û dixwaze bi xwe biryarên xwe bide. Dema ku Ayşe hat binçavkirin wiha gotibû: "Ez ji ber jinek im û kurd im di bin îşkenceyê de me. Ez li dijî vê têdikoşim. Ez li ber xwe didim. Tu kes nikare vê wek sûc bibîne. Her wiha tê gotin ku em ji mêran talîmatan digirin. Ne hedê tu mêrî ye ku talîmatê bide me." Em jî wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin Ayşe û dibêjin ku em ê xeta jina azad bişopînin."
 
'Dewleta tirk dixwaze rêxistinên jinan ji holê rake'
 
Hedlê da zanîn ku rojane jin tên îşkencekirin û tundî li ser wan tê ferzkirin û wiha pê de çû: "Dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê gelek tundiyê li hember jinê bi kar tîne. Her wiha cihên ku dagir kiriye mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî her roj jin tên qetilkirin, tecawîzî wê tê kirin, tê revandin û îşkencekirin. Di heman demê de çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qetilkirina jinan dixwaze hebûna xwe ji nû de zindî bike. Hemû cîhan dizane ku çeteyên DAIŞ'ê di bin sîwana dewleta tirk de xwe bi rêxistin dike. Li Bakurê Kurdistanê dewleta tirk û li Rojavayê Kurdistanê jî çeteyên DAIŞ'ê dixwazin vîna jina azad lawaz bikin."
 
'Em ê piştgiriyê bidin berxwedana Ayşe Gokkan'
 
Hedlê herî dawî diyar kir ku jin li hember her cure tundiyê têdikoşe û wiha bi dawî kir: "Li hemberî kiryarên ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li ser jinan didin meşandin, îro jin bi israreke mezin li dijî her cure tundiyê têdikoşin. Jinên ku niha di girtîgehên Tirkiyeyê de ne em wan ji xwe re wek pêşeng dibînin û em ê xeta jina azad herdem bişopînin. Gelek jinên siyasetmedar û azadîxwaz li girtîgehên Tirkiyeyê hatine girtin, têkoşînek bê hempa dimeşînin û teslimkarîyê qebûl nakin. Banga me ji tevahî jinan re heye ku piştgiriyê bidin berxwedana Ayşe Gokkan û Leyla Guven. Em ê li dijî êrîş û hemû cureyên tundiyê li ser piya bin û çalakiyên xwe xurt bikin."