ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 7 Sibat 2021
  • Rojev
* Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen têkildarî girtina Ayşe Gokkan de wiha got: "Li Bakurê Kurdistanê jinên ku behsa azadî, demokrasî, edalet, wekheviyê dikin û li dijî hişmendiya mêrê serdest serî hildidin tên girtin."DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl, diyar kir ku 23 sal in li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û got: "Tecrîd asta herî jor a îşkenceyê ye û sûcê mirovahiyê ye. Li girtîgehê niha li dijî tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan çalakiyek heye. Berpirsiyariya me jî xwedîderketina li grevê ye." BI DÎMEN 
 
* Li Cizîra Botanê di serdema qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de yek ji kesên ku bi têkoşîna xwe hat naskirin Asya Yuksel a Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê bû. Hevalên Asyayê behsa wê û têkoşîna wê kirin, gotin ku piştî Bêrîvanê li Cizîrê Asya bû sembola berxwedana jinên kurd. BI DÎMEN 
 
* Jinên ku tiştên bi destên xwe çêkirine li Deriyê Çiyê ya Amedê difroşin û peyamek didin jinên ku dixwazin aboriyeke serbixwe bi dest bixin. Sidika tiştên ku bi destên xwe çêdike difroşe û Halîme jî nebatên hişkirî difroşe. Ligel hemû zehmetiyên jiyanê debara malên xwe dikin û ji jinên derdora xwe re dibin mînak. BI DÎMEN
 
*Dîrok 7’ê Sibata 2016’an. Wê gavek din TRT bi nivîsa ‘li Cizîrê di bodrumekê de 60 terorîst bê bandor hatin hiştin’ nûçeya deqeya dawî, serwîs bike. Û piştî demek din wê nûçe rabe, lê di heman saetan de di çapemeniya kurd û piştre di raporan de jî derkeve holê ku ji sedî 100 zêdetir mirov bi zindî hatine şewitandin.. MEDYA KRÎTÎK 
 
* Tenzîle Acar li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin û tedawiya wê nayê kirin. Dayika wê Rasiye Acar banga hestiyariyê kir û got: "Ji qirika keça min xwîn tê û di hûcreya yek kesî de tê girtin. Ez ji rewşa keça xwe bi fikar im. Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."  BI DÎMEN 
 
*KPC li dijî êrîşan li Şehmbayê daxuyaniyê dide  (11.00)
 
*Li dijî komploya navneteweyî li Kobanê me heye (12.00)
 
*Komxebata xwendekaran di derbarê şerê taybet nasnameya xwendekarîn welatparêz ya demokrarîk li Kobanê (10.00) 
 
*Seminer ji bo komploya li dijî Rêber Apo li Hesekê (10.00)