Li dijî komploya nevneteweyî li Kobanê civîn hat lidarxisitin

  • 16:19 6 Sibat 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ - Li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Kongreya Star û PYD'ê, ji gel re civîn li dar xistin. Di civînê de wiha hat gotin: "Bi komploya navneteweyî re dixwazin gelan qir bikin û hemû herêmên me dagir bikin, ev kiryar jî berdewamiya komployê ye."
 
Rêxistina Kongreya Star û Partiya PYD'ê di 31'ê Çileyê de dest bi rêzeçalakiyên hemleya 15'ê Sibatê kirin. Li dijî komploya naveteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îro Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Kes nikare roja me tarî bike" civîn ji şêniyên Kobanê re li dar xistin. Civîn li navenda Çand û Hunera Baqî Xido bi tevlîbûneke girseyî ji gel hat lidarxistin. Di civînê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û PYD'ê hatibûn daliqandin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. 
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Kobanê Nûdem Şîlan û Endamê Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)Ehmed Şêxo hat bi rê ve birin.
 
'Em ê xwedî li nirxên pakrewanan û li Rêberê xwe derkevin '
 
Nûdemê di nava axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên ku li ser gelan hatin meşandin û wiha got: "Dewletên serdest ên ku destên wan di qirkirina gelan de hebûn û hîna jî didome, ev kiryar û komkujî dane meşandin. Wek komkujiyên li ser pêkhateyên Ermen, Çerkez û Gelê Kurd ku rojane di qirkirinê re derbas dibin. Dewleta tirk û kesên ku destekê didin wan dixwazin komployê li ser hemû pêkhateyên herêmê, pêk bînin. Di sala 1999'an de xwestin di kesayeta Rêber Apo komploya xwe li ser tevahî gelan bidin meşandin, lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ev komplo vala derket. Hîna jî ev dewletên desthiladar li peyî wê pilanên e ku car din komplo li ser gelê herêmê bide meşandin. Îro  divê em xwedî li destkeftiyên Şoreşa Rojava derkevin, gotineke Rêber Apo heye dibêje: ‘Jibîrkirin îxanet e’ divê em jî wek gelê Kobanê ku gava yekemîn Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê ser axa me avêtiye, xwedî li nirxên şehîdan û li Rêberê xwe derkevin." 
 
'Rojane hêzên desthilatdar komployan dubare dikin'
 
Ehmed da zanîn ku bi rêya komploya navneteweyî dixwazin tecrîdê li ser Rêber Apo û mirovahiyê dijwar bikin û wiha pê de çû: "Em roja 15'ê Sibatê wiha digirin dest ku weke rojeke reş e li ser tevahî mirovahiyê. Komplo xwe dubare dike. Hemû kesên ku cih di komployê de girtine pilan û berjewendiyên wan yek bûn."
 
Civîn bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.