Daxwazên xwe pêşkêşê rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê kirin

  • 14:42 6 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku kampanya "Yekrêziya jinan a li dijî dagirkerî û şîdetê" bi rêvedibin bi daxuyaniyekê 7 daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê kirin.
 
Jinên ku kampanyaya "Yekrêziya jinan a li diijî dagirkerî û şîdetê" birêvedibin îro li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de berdevka kampanyayê Kejal Ebdulqadîr daxuyanî xwend. 
 
Kejal, diyar kir ku her roja ku derbas dibe rewşa jinan xerabtir dibe û got: "Komkujî û şîdeta li hemberî jinan bi nav û hîncetên cûda zêde dibin. Ev bûyerên ku li vê herêmê li dijî jinan pêk tên, heman hişmendiya ku li Şengal û cihên din DAIŞ’ê li dijî jinan kirine.”
 
Kejal, di daxuyaniyekê de bal kişand ser êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û wiha axivî: "Divê aliyên siyasî, partî, hunermend, rewşenbîr, mamosta û akîvîst hewldanên cidî ji bo yekîtiya neteweyî bikin. Ne ji bo dagirkeran xizmet were kirin. Ji ber ku êdî dayik nikarin zarokên xwe ji dest bidin. Pêwîste dawî li dagirkeriyê were.”
 
Kejal di dawiya daxuyaniyê de 7 daxwazên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Walîtiya Silêmaniyê, Wezareta Diyanetê, Wezareta Rewşenbîrî û Perwerdeyê û Wezareta Karûbarên Civakî kir. 
 
7 daxwazên jinan wiha ne: 
 
" *Dawî li bazirganiya jinê bînin. 
 
* Wan jinên ku li cihên giştî kar dikin, ji destdirêjiya xwediyên kar û karmendan biparêz in.
 
* Li girtîgehan jinan têkelhev dikin. Ev dibe sedem ku jinên ciwan nikarin xwepêş bixin. Lewma divê ji hev werin cudakirin.
 
* Bila kujer û êrîşkarên jinan bên cezakirin.
 
* Ji bo dramayên Tirkî û biyanî sînorekê deynin.
 
* Bernameya Tik tok sansur bikin ku metirsiyek mezin heye ku bandorê li zarok û ciwanan dike.
 
* Li Nexweşxaneyên Derûnî jin neparstîne û rewşa wan xerabe, lewma rewşa wan bê başkirin."