'Em li mirovên ji canê xwe bêtir hez dikin digerin'

  • 13:49 6 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 828'emîn de li aqubeta Maksut Tepelî yê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Hevjîna Maksut Şehrîban da zanîn ew ê qet dev ji lêgerîna windayên xwe bernede û got em li mirovên ji canê xwe bêtir hez dikin digerin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, vê hefteyê jî ji ber şewba vîrûsê bi rêya vîdeoyê li ser înternetê çalakiya xwe berdewam kirin. Mirovên Şemiyê di hefteya 828’an de li aqûbeta Mamoste Maksut Tepelî yê 37 sal berê li Şaxa Gayrettepe ya Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Ewil hevjîna Maksut Tepelî, Şehriban Tepelî axivî. Şehrîban Tepelî, anî ziman ku ji bo gorek hevjînê wê çê bibe 37 sal in têdikoşe û wiha got: “Dema hevjînê min hat binçavkirin û windakirin keça min 2.5 salî bû. Niha keça min 39 salî ye. Keça min hêj li hêviya hatina bavê xwe ye. Neviyê min çêbûn. Neviyê min jî li hêviya kalikê xwe ne. Em êdî dizanin ku carek din hevjînê min bi saxî nayê. Lê zarok û neviyên min dixwazin ku gorek wan hebe. Em li mirovên ji canê xwe bêtir hez dikin digerin." 
 
Parêzer û Seroka Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku Maksut dema birîndar bû binçav kirin û wiha got: "Li gel ku Tepelî birîndar bû jî nebirin nexweşxaneyê û raste rast birin  Şaxa Siyasî ya Stenbolê. Bi îşkenceyê lêpirsîn kirin. Li vir ji ser xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Numune ya Haydarparayê. Ji wê demê û şûnde carek din agahî jê nehat girtin. Heta 2003'an tu agahî negirtin. Piştî 2003'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Kadikoyê dan. Dozgeriyê ji gelek saziyan re nivîs şand. Lê heta 3 salan aqûbeta wî veşartin. Di sala 2006'an de gotin dema Maksut li nexweşxaneyê bû jiyana xwe ji dest dane û veşartine. Dema malbatê xwest cihê gora wî bibînin, dozgeriyê biryara bêşopandinê da. Piştî wê serî li AYM'ê dan. Ji ber ku tu encam ji vir derneket serî li DMME'ê dan. Niha dosya  li DMME'ê tê rawestandin. 
 
Lêgerînên zagonî û hiqûqê bê encam tên hiştin
 
Ji mirovên Şemiyê Hepgul Bozoglu daxuyanî xwend û anî ziman ku hemû lêgerînên wan ên zagonî û hiqûqê bê encam tên hiştin. Hepgul, anî ziman ku ew têkoşîna xwe ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin û dê heta dawî vê tekoşîna xwe berdewam bike."