Bertekên li dijî girtina Ayşe Gokkan didomin

  • 09:06 6 Sibat 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan di encama operasyona qirkirina siyasî de hat girtin. Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce bertek nîşanê rewşê da û da zanîn ku Ayşe Gokkan 83 caran hatiye binçavkirin û hatiye girtin lê tevî vê şûnde gav neavêtiye. Cananê got: “Wek Leyla Guven gotiye ‘Em li vir in naçin cihekî’ ya Rosa Luxemburgan gotiye ‘em hebûn, em hene û em ê hebin’.”
 
Di 14’ê Hezîrana 2017’an de navenda wê Amed li hember endam û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) operasyon pêk hat û wê demê Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hatibû girtin û ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve doz hatibû vekirin û Ayşe di 27’ê Mijdara 2017’an de di rûniştina duyem de hat tahliyekirin.
 
Di 27’ê Çile de 18’emîn rûniştina dozê hat dîtin û der barê wê de biryara girtinê hat derxistin. Ayşe di 28’ê Çile de hat girtin.
Ayşe ji ber têkoşîna jinê ya dimeşîne 83 caran hat binçavkirin û der barê wê de 2015 doz hatine vekirin û bi giştî 600 carî çûye dadgehê. Ayşe tevî hemû êrîşan bi peyama ‘Ez Kurd im, jinim li virim’ têkoşîna xwe meşand. Rêveberên partiyên siyasî diyar kirin ku ev êrîşên dema dawî yên li hember jinan bi armanca şikandina îradeya jinê tê kirin û bertek nîşanê girtina Ayşeyê dan.
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, diyar kir ku dijminahiya desthilatdariya mêr ya li hember jinan bi girtina Ayşe Gokkan xwe carek din nîşan daye û got operasyona qirkirina siyasî ya ku desthilatdarî ji ser jinan dide meşandin roj bi roj zêde dibe û aliyên zextan diguherin. Elîfê her wiha bi lêv kir ku sedema vê jî berxwedana jinan e.
 
‘Desthilatdarî hat asta ku jinan bike lîste’
 
Elîfê daxuyakirin ku Ayşe bi dehan carî hatiye binçavkirin, bi sedan lêpirsîn lê hatiye vekirin û tevî vê şûnde gav nEavêtiye û got: “Ji salên 90’î heta niha hevala me Ayşe jiyana xwe bi serbilindiya kurdbûn û jinbûna xwe meşandiye. Ayşe tevî hemû zext, binçavkirinan di têkoşînê de berdewam kiriye û ji ber vê jî bûye hedefa desthilatdariyê. Em vê baş dizanin zextên li ser Ayşeyê di esasê de nîşan da ku hemû jin di hedefê de ne. Dsethilatdarî bi taybet jinên kurd, sosyalîst, pêşeng kir lîsteyê. Bi van qirkirinên siyasî dibêje qey wê şûnde gavê bide avêtin lê ev ne pêkan e. Em bi sekna xwe vê nîşanê wan didin.”
 
‘Em li vir soz didin Ayşe û Leylayê’
 
Elîfê di berdewamiyê de daxuyakirin ku fikara desthilatdariyê ji ber berxwedêrî û têkoşîna wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dirûşma me ya li qadan ‘Em natirsin, serî natewînin’ e. Ev jî bû tirsa wan. Em li vir soz didin hevala Leyla û Ayşe. Em tu car şûnde gavê navêjin û têdikoşin. Em soza vê li vir didin.”
 
‘Têkoşîna azadiya jinê desthilatdariyê ditirsîne’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve a Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî destnîşan kir ku deshtilatdarî dijminê, jinan, kurdan, kedkar û xwezayê ye û got AKP û MHP hatiye dawiyê û ji ber vê jî zilm û zexta xwe zêde kiriye. Cananê ev tişta nî ziman: “Demên dawî de li dijî jinên ku li dijî zext û êrîşan bêdeng namînin êrîş zêde bûne. Ev ne tesaduf e. Berxwedana jinan a girseyî mohra xwe li sedsala 21’ê daye. Li Şîlî, Sûdan, Rojava û welatê me ev pêkan e. Jin serî hildidin. Ji ber vê jî desthilatdarî her tim jinan hedef digirin. Têkoşîna jinan desthilatdariyê ditirsîne. Em jin tu car dest ji têkoşîna azadiyê û wekheviyê bernadin.”
 
‘Wek gotina Rosa Luxemburgan’
 
Cananê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ayşe ne tenê ye. Em ji dîroka xwe dizanin. Jinên berxwedêr tevî hemû êrîş û zextan şûnde gav navêtine. Jin hatin qetilkirin, şewitandin, darvekirin lê şûnde gav navêtin. Têkoşîn mezin kirin. Ayşe Gokkan 83 caran hatiye binçavkirin û hatiye girtin lê tevî vê şûnde gav navêtiye. Wek Leyla Guven gotiye ‘Em li vir in naçin cihekî’ ya Rosa Luxemburgan gotiye ‘em hebûn, em hene û wê hebin’.. Ayşe Gokkan ne tenê ye.”
 
‘Em pir bêriya Ayşeyê bikin’
 
Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş jî da zanîn ku êrîşên li hember jinan, bersiveke dewleta faşîst ya daye têkoşîna azadiya jinê û wiha got: “Bloga faşîst a AKP-MHP’ê ji hêza serhildana jinan ditirse. Ji ber vê jî bi girtin, binçavkirinan êrîş dikin. Êrîşa lihember Komeleya Jinan a Rosa, girtina hevala me Ayşe Gokkan û bi qeyûman re êrîş pêk hatin. Bêguman em ê bê navber di riya xwe de bimeşin. Em gelekî bêriya Ayşeyê û enerjiya wê bikin. Ji bo Ayşeyê silav û rêz..”