'Yekîtiya me wê doz û pirsgirêkên me çareser bike'

  • 09:01 6 Sibat 2021
  • Rojane
 
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jinên ji Kantona Şehbayê derbarê girîngiya yekrêziya kurdan de dan zanîn ku yekrêziya kurdan gaveke pîroz e û gotin:"Divê Gelê Kurd ji xwe re vê yekê weke derfet bibîne. Ger yekîtiya kurdan bê avakirin wê kurd di cîhanê de bibin hêzeke xurt û wê doz û pirsgirêkên me çareser bibin."
 
Jinên Şehbayê derbarê girîngiya avakirina yekrêziya kurdan de nêrîna xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Yekîtiya kurdan bersiveke herî mezin a ji dijminên me re ye."
 
'Bi yekîtiyê wê kurd di cîhanê de bibin hêzeke bi bandor '
 
Ji Rêveberiya Meclîsa Navçeya Fafînê Ferîh Ehmed, destnîşan kir ku gelek astengî derbarê yekîtiya kurdan de tên pêşxistin û wiha got: "Ji bo ku yekîtiyeke kurdan were avakirin gelek diyalog tên pêşxistin,  lê bi sedema destdirêjiya hin dewletên mîna dewleta tirk û bandora wan a li ser hin partiyên kurdî, gelek astengî derdikevin pêş. Siyaseta dewleta tirk naxwaze ku kurd bibin yek û dewletên navneteweyî jî li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Ger yekîtiya kurdan bê avakirin wê kurd di cîhanê de bibin hêzeke xurt. Ger bê bîra me dema her kes ji bo berjewendiyên xwe tev digeriyan, Kurdistan bû çar parçe. Divê hemû mirovên kurd ji bo yekîtiya xwe tev bigerin."
 
'Yekîtiya kurdan bersiveke herî mezin a ji dijminên me re ye'
 
Cîgira Meclîsa Navçeya Fafînê Zeyneb Qasêm bal kişand ser pêwîstiya her kurdî ya bi yekîtiyê û wiha pê de çû:"Yekîtiya kurdan bersiveke herî mezin a ji dijminên kurdan re ye. Ji bo wê pêwîstiya her mirovekî bi yekîtiyê heye. Banga me ji hemû partiyên me yên kurdî re heye ku destên xwe bidin hev û planên dijminan vala derxînin."
 
'Yekîtiya me wê doz û pirsgirêkên me çareser bike'
 
Ji Rêveberiya Komîteya Jinê ya Navçeya Fafînê Sewsen Xelîl da zanîn ku yekrêziya kurdî gaveke pir girîng e û pêwîst e. Divê kurd yektîtiyê ji xwe re bikin derfet û wiha domand: "Yekîtiya kurdan ji bo me gaveke pir girîng e. Îro em weke Gelê Kurd di nava pêvajoyên dijwar de dijîn. Dijmin ji her alî de êrîşî me dikin. Bila em nebin dijminên hev û kongreya kurdî di demeke nêz de bê lidarxistin. Yekîtiya me wê doz û pirsgirêkên me çareser bike. Em li benda yekîtiyê ne."