Perîhan Karaman hat girtin

  • 14:55 30 Çile 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Perihan Karaman a di encama îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de hat binçavkirin li dadgehê hat girtin. 
 
Di 24'ê Çileyê de di encama biserdegirtina malê de Perîhan Karman hatibû binçavkirin û li edliyeya hatibû sewqkirin bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Do li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê Perihanê dîsa hat binçavkirin û piştî îfadeya wê ya li Muduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê sewqî edliyeyê hat kirin. 
 
Dozgeriyê piştî îfadeyê bi hinceta beyanên şahidê nepen biryara girtina Perihana derket Dadgeha Cezayê Giran a Geverê da biyara girtinê da. 
 
Her wiha hat hînbûn testa Perihanê ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derketiye û malbata wê jî kirine karantînayê.